Hewlêr (Rûdaw) - Tabloya deynê Amedsporê ya rojane hat eşkerekirin û derket holê ku 34 milyon û 995 hezar lîreyên Tirkî deynê klûbê heye.
Amedsporê duh bi kongreyeke awarte serokê xwe yê nû hilbijart.
Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren bû serokê nû yê Amedsporê.
Di kongreyê de rewşa darayî jî bi raya giştî re hat parvekirin.
Li gorî rapora darayî ya Amedsporê, deynê giştî yê wê 34 milyon û 995 hezar lîre ne.
Hûrgiliyên deynê Amedsporê
Di rapora darayî de, deynên din bi vî awayî hatin eşkerekirin:
- Deynê lîstikvanan: 24 milyon û 292 hezar lîre
- Mesrefên mana oetelan, bilêt û xwarinê (ji bo fîrmayan): 4 milyon û 200 hezar lîre
- Deynê bacê: 2 milyon û 500 hezar lîre
- Deynê Birêvebiriya Ciwanan û Werzîşê: 2 milyon û 423 hezar lîre
- Deynê SGKyê (Saziya Ewlehiya Civakî): Milyonek û 400 hezar lîre
- Mesrefên av, elektrîk û yên din: 180 hezar lîre
Hat ragihandin ku ti deynê tîmê ji bo personelên îdarî nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse