Rahênerê nû yê Amedsporê diyar bû

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sertaç Kuçukbayrak Amedspor Mesût Bakkal Rahêner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê rahênerê xwe yê nû eşkere kir.

Sertaç Kuçukbayrak bû rahênerê nû yê Amedsporê.

Amedsporê doh li stadyuma xwe mazûvaniya Bodrumsporê kir û maç bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Piştî vê encamê, Birêvebiriya Amedsporê îro bi rahêner Mesut Bakkal re civiya û biryareke nû stand.

Bi lihevkirineke dualî çû

Amedsporê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan bi lihevkirineke dualî dawî li peymana Mesut Bakkal û ekîba wî aniye.

Tîma Amedê ji bo ked û xebatên wî spasiya Mesut Bakkal kir.

Piştî çûyîna Bakkal, Birêvebiriya Amedsporê yekser rahênerê nû eşkere kir.

Rahênerê nû

Amedsporê da zanîn ku wan Sertaç Kuçukbayrak wekî rahênerê tîmê destnîşan kiriye.

Kulubê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev agahî parve kirin:

“Kuluba me biryar da ku di erka rahêneriya tîma me ya Ayê ya futbolê ya profesyonel de bi Sertaç Kuçukbayrak û ekîba wî ya teknîkî re rêya xwe bidomîne.

Em ji rahênerê xwe Sertaç Kuçukbayrak û ekîba wî re serkeftinê dixwazin.

Di vê pêvajoya krîtîk a ku em ber bi armanca xwe ya şampiyoniyê ve diçin de, em dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Em dê bi piştgiriya lîstikvanên xwe, desteya teknîkî û alîgirên xwe yên mezin bi heman biryardarî û baweriyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst