Amedsporê û Mesut Bakkal rêyên xwe veqetandin

Duh li 03:33
RÛDAW
Nîşan Amedspor Mesut Bakkal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku rahênerê tîmê Mesut Bakkal û ekîba wî bi lihevkirineke dualî dest ji kar berda.

Amedsporê doh li stadyuma xwe mazûvaniya Bodrumsporê kir û maç 1-1 wekhev bi dawî bû.

Di xuleka 5an a maçê de lîstikvanekî Bodrumsporê qerta sor dît û tîma Bodrumsporê 10 kes ma.

Tevî vê yekê jî Amedspor bi ser neket û encama 1-1ê rastî rexneyên tund hat.

Piştî encama doh, Birêvebiriya Amedsporê îro bi rahêner Mesut Bakkal re civînek kir û biryareke nû stand.

Amedsporê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan bi lihevkirineke dualî dawî li peymana Mesut Bakkal û ekîba wî aniye.

Tîma Amedê ji bo ked û xebatên wî spasiya Mesut Bakkal kir.

Şansê Lîga Superê didome

Amedspor di 5 hefteyên dawî de rastî encamên xirab hat û ji rêza yekem daket rêza sêyem.

Amedspor niha bi 73 puanan di rêza sêyem de ye.

Tîma Amedê dê hefteya dawî ya lîgê li Îdirê bibe mêhvana Îdirsporê.

Hîn jî şansê Amedsporê heye ku rasterast derkeve Lîga Superê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst