Hewlêr (Rûdaw) – Maça Amedspor û Sipay Bodrum FKyê bi encama 1-1 bi dawî bû û hêviya Amedsporê ya ji bo derketina Lîga Super ma hefteyên pêş.
Amedsporê di hefteya 32yan a Lîga Yekemîn a Trendyolê de, li stadyuma xwe mêvandariya tîma Bodrum FKyê kir.
Lîstikvanê tîma mêhvan Alî Aytemur di xuleka 5an de qerta sor dît û ji maçê hat derxistin.
Piştî vê qertê tîma Bodrumê bi 10 lîstikvanan maç domand.
Nîveka yekem a maçê bê gol û bi wekheviyê qediya.
Amedsporê di nîveka duyem de, êrişên xwe zêde kirin û di xuleka 64an de bi gola Daniel Moreno 1-0 ket pêş.
Bodrumê di xuleka 90+4an de bersiv da
Lê belê, tîma Bodrum FKyê di xulekên zêdekirî de, ango di xuleka 90+4an de bi gola Îsmaîl Tarim bersiv da û encam bû 1-1.
Di dema mayî de ti golên din nehatin avêtin û her du tîm bi puanekê ji qadê derketin.
Têkoşîna ji bo Lîga Superê didome
Bi vî encamî, Amedsporê puanên xwe zêde kirin û xwe gihand puanên Esenler Eroksporê.
Tîma Amedê niha ji ber averaja giştî ya golan di lîsteyê de di rêza 3yemîn de cih digire.
Amedspor dê hefteyên pêş têkoşîna xwe ya ji bo derketina Lîga Superê ya rasterast bidomîne.
⚽️ Amedspor û Bodrumspor wekî hev man
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 26, 2026
⚽️ Maça di navbera Amedspor û Bodrumsporê de bi encama 1-1 bi dawî bû
⚽️ Her çend Amedspor di vê maçê de bi ser neketibe jî wê hêviya xwe ya derketina Super Lîga Tirkiyeyê ji dest nedaye
⚽️ Ji bo ku Amedspor bigihîje armanca xwe û derkeve… pic.twitter.com/aLziDK2COg
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse