Serokên Amedspor, Diyarbekirspor û Bursasporê li ser êrişan daxuyanî dan

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Diyarbekirspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diyarbekirsporê li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir. Lîstikvanên Bursasporê di nav stadyûmê de êrişî listikvanên Diyarbekirsporê kir.

Careke din bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê bi êrişa li hemberî tîmeke furtbolê ya parêzgeha Bakurê Kurdistanê ket rojevê.

Tîma parêzgeha Amedê  Diyarbekirspor û Bursaspor ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn de ne, li stadyûma Bursayê hatin hemberî hev.

Diyarbekirsporê li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir.

Lê Xuleka 89an di navbera lîstikvanên her du tîman de nîqaş derket.

Lîstikvanên Bursasporê tehemilî têkçûnê nekir û wan li nav stadyûmê êrişî listikvanên Diyarbekirsporê kir.

Daxuyaniya Serokê Bursasporê

Serokê tîma Bursasporê nerazîbûn li hemberî lîstîkvanên tîma xwe nîşan da û got “3-4 lîstikvan bi çarenivîsa hemû Bursayê lîstin.”

Serokê Bursasporê Recep Gunay got, “Hûn futbolîstên prosfesyonel in, dema hûn derketin lîstikê divê hûn tehrîk nebin û divê hûn li gel hekem û temaşevanan nelîzin.

Divê hûn guh nedin tehrîkkirina wan. Eger hûn vê bikin û bertekê nîşan bidin hûn ne lîstîkvanên profesyonel in.

Ma hûn ji ketina rojevê ya vê tîmê bi vê bi awayekî wiha razî ne?

Min li qadê tiştekî xelet nedît. Eger em têk çûn, divê em kesekî din sûcdar nekin, divê lîstikvan vê wekî sûcê xwe bibînin.

Hûn dê tênekoşin, xwe ji pê negirin, piştre hûn dê bibêjên 'Yekî em tehrîk kirin, ev ne parastin e. We Bursaspor dît. Niha divê wisa bibûya?

Eger ew ji vê yekê memnûn bin, bila bi kêfxweşî li Bursayê bigerin.”

Serokê Diyarbekirsporê ji Rûdawê re axivî

Hat îdiakirin ku yek ji lîstîkvanên Diyerbekirsporê berî lîstikê sirûda niştîmanî ya Tirkiyeyê nexwendiye.

Herwiha lîstîkvanekî jî di kêfxweşiya golavêtinê de bi destan hereket li alîgirên Bursaspor û lîstikvanên wê kiriye û ev yek jî wekî sedemên êrişê hatin diyarkirin.

Lê Serokê Diyarbekirsporê bi rêya Rûdawê ew îdîa red kirin û got:

“Bi ti awayî sedema bûyerê ne em in. Eger lîstikvanek golê biavêje helbet dê kêfa wî bi vê yekê bê.

Ev nabe hincet ji bo van bûyeran. Hêvîdar im ev bûyerên wiha bi dawî bibin.”

Serokê Amedsporê piştgirî da Diyarbekirsporê

Li aliyê din, Serokê Amedsporî Azîz Elaldi jî piştgirî da Diyarbekirsporê.

Elaldi derbarê maça Diyarbekirspor û Bursasporê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bangî Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê kir.

Serokê Amedsporî Azîz Elaldi wiha got:

“Êdî bes e.

Bûyerên ku îro di maça Bursaspor-Diyarbekirsporê rû dane, ji ber tiştên ku berê li dijî tîmên bajarê me û herêma me hatine kirin bê ceza mane, îro jî wekî lekeyeke reş ketiye dîrokê.

Em bangî rayedarên Federasyonê dikin ku wekî her car bi erka xwe rabin!

Em bi meraq li benda encaman in. Em bi Diyarbekirspor û Bunyamîn Yurur re ne.”

Piştî êrişa lîstikvanên Bursaporê hekem karta sor nîşanî 6 listîkvanên her du tîman da.

Êrîş di nav xelkê Bakurê Kurdistanê de bû sedema nerazîbûnan.

Niha çav li helwêsta Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ne, gelo Bursaspor ji ber vê bûyerê ji lîgê tê avêtin an jî bi çend cezayên sivik careke din di lîgê de dimîne?."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst