Diyarbekirspor bêyî alîgir jî li hemberî Bursasporê bi ser ket

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Diyarbekirspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diyabekirsporê li stada xwe bêyî alîgirên xwe Bursaspor 2-1 têk bir.

Diyarberkirspor û Bursapor îro saet 13:00an li Amedê hatin pêşberî hev.

Her du tîm di Koma Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digirin.

Bi hinceta ewlehiyê rê nehat dayîn ku alîgirên her du tîman bikevin stadyûmê.

Diyarbekirspor di xuleka 38an de bi gola Bunyamîn Yurur 1-0 ket pêş.

Nîveka yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Lîstikvanê Bursasporê Kerem Dede di xuleka 59an de li ser navê tîma xwe gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.

Di xuleka 79an de Diyarbekirspor bi gola Arda Okan Kurtulan 2-1 ket pêş.

Di dema mayî de ti gol nehatin avêtin û Diyarbekirsporê bi encama 2-1, 3 pûan bi dest xistin.

Diyarbekirspor niha bi 45 puanan di rêza 10an de ye û Bursapor jî bi 20 puanî di rêza 18an de ye.

Li hêla din, beriya niha bi demekê misoger bûbû ku dê Bursapor bikeve lîga sêyem.

Bursaspor dê di 4ê Gulanê de li stada xwe bi Vansporê re bilîze.

Ev maç ji bo şampiyoniyê ji Vansporê re gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst