Hewlêr (Rûdaw) - Barcelonayê Lîga Şampiyonan li Olympiakosê kir jehr û 6 û 1 zora wê bir.
Barcelona û Olympiacos di maça hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li Stadyuma Olîmpiyatê ya Lluis Companysê ya li bajarê Barselonayê yê Spanyayê hatin pêşberî hev
Fermin Lopez hat-trick kir
Lîstikvanên Barcelonayê Fermin Lopez 3 gol, Marcus Rashford 2 gol û Lamine Yamal jî golek kir.
Eyûb El Kaabî xuleka 54an gola yekane ya tîma mêhvan kir.
Barcelonayê di navbera xulekên 68 û 79an de 4 gol kirin.
Tîma di bin birêvebiriya rahênerê Alman Hansi Flick de bi vê encamê re serkeftina xwe ya duyem bi dest xist û puanên xwe derxistin 6an.
Olympiacos jî destevala vegeriya û ew û serê puaneke xwe ya berê man.
#WÊNE - Barcelonayê malika Olympiakosê li mîrata reş gerand
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 21, 2025
⚽️ Barcelona û Olympiacos di maça Lîga Şampiyonan de li Stadyuma Olîmpiyatê ya Lluis Companysê ya li bajarê Barselonayê yê Spanyayê hatin pêşberî hev
⚽️ Barcelona li Olympiacosê nehat rehmê û 6-1 bi ser ket
📸AFP… pic.twitter.com/0bJI2AA2fv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse