Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Bakurê Kurdistanê Vansporê di maça ku Ivan Cedric tê de hat-trick kir de Istanbulspor 3-1 têk bir.
Di hefteya 18emîn a Lîga 1em a TFFyê de Vanspor FK li deplasmanê bû mêvanê Îstanbulsporê.
Tîma Wanê bi awayekî bi bandor dest bi maçê kir û xuleka 24an bi gola Ivan Cedric 1-0 ket pêş.
Alîgirên Vansporê yên ku trîbunên deplasmanê dagirtibûn bi gola zû kêfxweş bûn.
Nîvê yekem bi wekheviyê bi dawî bû
Tîma mazuvan Istanbulsporê di nîvê yekem de zexta xwe zêde kir.
Tîma Stenbolê bi gola Mario Krstovski skor kir 1-1 û hevsengî anî maçê û nîvê yekem a pêşbirkê bi vê skorê bi dawî bû.
Di nîvê duyem de ferq vebû
Vansporê bi lez dest bi nîvê duyem kir û xuleka 47an de careke din bi Ivan Cedric gol dît.
Lîstikvanê stêrk Cedric bi vê gola xwe tîma xwe 2-1 xiste pêş.
Cedric hat-trick kir
Di xulekên paşîn ên maçê de Vansporê berevaniya Îstanbulsporê zor kir û careke din Îvan Cedric derket ser dikê.
Futbolîstê serkeftî Cedric xuleka 81ê gola sêyem a xwe û ya tîma xwe tomar kir û bi kirina hat-trickê mohra xwe li maçê xist.
Vanspor FKyê bi vê encamê di lîgê de serkeftineke girîng bi dest xist û puanê xwe derxist 24an û derket rêza 11an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse