Şerê alîgirên Zaxo û Newrozê: Li Silêmaniyê çi qewimî?

23-04-2025
Alîgir daketin nava qadê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Alîgir daketin nava qadê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Zaxo Newroz Pevçûn Alîgir
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Şeva borî di maça tîmên Zaxo û Newrozê ya li Silêmaniyê de alîgir bi nav hev ketin.

Di pêşbirkên gera 29an a lîgê de, Tîma Newrozê li qada xwe li hemberî Zaxoyê lîst û her du tîman dixwest alîgirên xwe bi serketinê şa bikin.

Lê dema maçê bi wekheviyê berdewam dikir, di xulekên dawî de alîgir daketin nava qadê û bi nav hev ketin.

Di van aloziyan de zarokekî 8 mehî winda bû, bavê wî alîgirê Tîma Zaxoyê bû û ji Rûdawê re got: "Alîgirên Tîma Newrozê êriş anî û zarokê min jî winda bû.”

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar piştî demekê ragihand ku zarok hatiye dîtin û wî dişînin nexweşxaneyê.

27 birîndar

Li gorî agahiyên dawî yên Nûçegihanê Rûdawê, di dema alozî û şer de 27 kes birîndar bûne û tîmên tenduristiyê hewl daye wan derman bikin û hinek ji wan şandine nexweşxaneyê.

Zaxoyê du maçên berê winda kirine, alîgirên wê ne razî û hêrs in.

Çavê wan li wê yekê ye ku tîma wan êdî bi xwe were û maçên xwe bistîne.

Li gorî dîmenan, destpêkê şer di navbera çend alîgiran de çêbûye, paşê berfirehtir bûye û beşek ji alîgiran ketine nav qada lîstikê.

Di vê were gorin ku maç neqediya û piştî van bûyeran hat rawestandin.

Li hêla din, Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî li ser bûyeran lêkolîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst