Selîm Temo li birêvebiriya Amedsporê xist: ‘Destê xwe ji vê tîmê vekişînin’

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Selîm Temo Amedspor Rexne Boluspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Selîm Temo piştî ku Amedspor li deplasmanê 4-1 li hemberî Bolusporê têk çû, rexneyên tund li birêvebiriya tîmê girtin.

Selîm Temo birêvebirî wekî “çîna navîn a bêkêr a rantxwirên şer” û “cunta” bi nav kir û got, “Ev ne tenê têkçûnek e, bilêta çûyîna we ye” û banga îstifayê kir.

Amedspora ku di Lîga Yekemîn a Trendyolê de dilîze doh êvarî bû mêvanê Bolusporê û bi têkçûneke giran a 4-1 vegeriya malê.

Piştî maçê di nav alîgiran de bertek zêde bûn lê ya herî tund ji Nivîskar Selîm Temo hat.

Temo li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke dirêj belav kir û feraseta birêvebiriya tîmê, polîtîkayên transferê û pêywendiya bi alîgiran re kir armanc.

Temo diyar kir ku birêvebiriyê Amedspor ji gel qut kiriye û “kiriye wekî gundekî”.

"Çîna navîn a rantxwirên şer bi rê ve dibe"

Temo birêvebirî bi zimanekî tund rexne kir û diyar kir ku tîm wekî saziyên civaka sivîl an şirketên avahîsaziyê tê birêvebirin û got:

"Çîna navîn a rantxwir a şer û bêkêr li beşeke mezin a Amedê, her saziyê bi heman modelê bi rê ve dibin.

Wekî ku rêxistinên sivîl ên ku bi rê ve dibin serkeftî bin Amedsporê jî bi heman modelê bi rê ve dibin.

Cihê ku anîn ev e! Ev cuntayeke ku girêdayî burokrasiyê ye, çend hevokan li her rewşê tînin."

"Dest danîn ser Amedsporê"

Temo diyar kir ku birêvebirî ji ruhê rabirdûya Amedsporê (Denîz Nakî, Şêxmûs Ozer û hwd.) dûr e û rexneyên xwe wiha domandin:

"Siyaset, civaka sivîl, çand, ziman, bajarvanî, xwecihî û gerdûnîbûn ji hev xistin û şibandin xwe.

Ameda ku dikaribû bibe paytexta împaratoriyekê wekî gundekî lê kirin.

Êdî em nikarin klûbê ji destê van derxin. Vê çînê çawa ku dest danî ser doz, ruhê neteweyî, şoreş û xaniyên kevn û 'nû' yên Sûrê, wiha dest danî ser Amedsporê jî!"

"Derewa 30 milyon alîgiran"

Selîm Temo tekez kir ku gotina "30 milyon alîgir" a ku gelek caran tê gotin rastiyê nîşan nade, pêywendiya birêvebiriyê bi parçeyên din ên Kurdistanê re “sifir” e û cihê pêwîst nadin zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî) û anî ziman:

"Ev gotin berê ji devê Ersun Yanalê qediyayî derket, ketin ber bayê wî.

30 milyon alîgirên we nînin. We ev tîm bi gel neda hezkirin.

Di parvekirinên medyaya civakî yên ku dikarin bibin bibandor de hûn kêm caran cih didin zimanê me yê dayîkê. Komên we yên alîgiran jî ne yek in."

"Bilêta xwe ya çûyînê bikirin û herin"

Temo bal kişand ser pereyên ku birêvebirî xerc dike û polîtîkayên transferan û diyar kir ku têkçûna Bolusporê qonaxeke girîng e û gotinên xwe bi banga îstifayê bi dawî kir û got:

"Hûn rabûne tîma futbolê wekî înşaatê, wekî cîgerciyan bi rê ve dibin. Nabe...

Ev têkçûna li hemberî tîma Boluyê ku nîvê kadroya wê bi ceza bû, bilêta çûyîna we ye.

We du sal in herî kêm ji bo 15 futbolîstên vala dinyayek pere xerc kir.

Ji futbolîstan zêdetir navên we derketin pêş...

Vê bilêta xwe ya yekalî ya çûyînê bikirin û herin, destê xwe ji vê tîmê vekişînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst