Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, êrişî alîgirên Amedsporê hat kirin û di encamê de alîgireke jin birîndar bû.
Amedspor doh di hefteya 17an a Lîga 1emîn a Trendyolê de bû mêvanê Bodrumsporê û maç 0-0 bi dawî bû.
Beriya destpêkirina maça Amedspor û Bodrumsporê, alîgirên tîma xwediyê malê bi keviran êrişî alîgirên Amedsporê kir.
Di êrişê de Gulîzar Ozdemîra ku ji Aydinê ji bo piştgiriya Amedsporê çûbû stadyumê ji serê xwe birîndar bû.
Otobus dan ber keviran
Her wiha piştî maçê jî êrişî alîgirên Amedsporê hat kirin.
Di êrişê de otobusa alîgirên Amedsporê xisar dît û camên wê şikestin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê Xê bi peyamekê êriş şermezar kir û daxwaza tedbîrên pêwîst û tesbîtkirina êrişkaran kir.
Rewşa birîndarê baş e
Nahît Eren her wiha ragihand ku rewşa Gulîzarê baş e û piştî tedawiya li nexweşxaneyê çûye mala xwe.
Alîgirên Amedsporê gelek caran li maçên derveyî Amedê rastî êrişên nijadperest û devkî tên û pir caran temaşekirina maçên tîma wan li wan tê qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse