Muşspor bû şampiyon

24-05-2025
Nîşan Muşspor Şampiyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Muşspor di fînala Play-Offê de li pêşberî Balikesirsporê 2-0 bi ser ket û bû şampiyon.

Tîma Mûşa Bakurê Kurdistanê êdî dê di Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de bilîze.

Her du tîm li Stadyuma Nû ya Edeneyê hatin pêşberî hev.

Muşspor ji destpêka maçê ve serdest bû û bi gola Stanley Ohawuchi ya xuleka 35an 1-0 ket pêş.

Tîma Mûşê xuleka 90+8an jî bi gola Yakup Alkan 2-0 bi pêş ket û ev bû encama maçê jî.

Mûş bi vê encamê bû şampiyon û derbasî Lîga 2yem bû.

Tîma Mûşê par jî heta fînalê çûbû lê di maça fînalê de bi ser neketibû û hêviyên wê nîvco mabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst