Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya sêyemîn a Lîga 1emîn a TFFyê de li mala xwe mazûvaniya Sivassporê dike.
Ji ber cezayê Lîjneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK), dê maç bê alîgir bê lîstin lê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji bo alîgiran li parkê ekraneke mezin datîne.
PFDKyê ji ber bûyerên maça Amedspor - Erzurumsporê biryar da ku Amedspor 2 maçan bê alîgir bilîze.
Maç kengî ye û li kîjan kanalê ye?
Maç dê îşev saet 21:30î dê li Stadyuma Amedê bê lîstin û lîstîk dê li ser ekranên TRT Sporê bi awayekî zindî û bê şîfre were weşandin.
Stadyum vala ye lê Park 75ê dê bibe stadyum
Ji ber biryara PFDKyê, alîgir nikarin li stadyumê piştgiriyê bidin tîma xwe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo vê rewşê çareseriyek dît û ragihand ku ew dê li Parka 75ê ya bajêr ekraneke LED a mezin deyne da ku alîgir karibin maça tîma xwe bi hev re temaşe bikin.
Komên alîgiran ên Amedsporê jî bi rêya medyaya civakî bangî hemû Amediyan kir û got, “Em tîma xwe bi tenê nahêlin, em dê li ber ekrana mezin kom bibin da ku dengê me bigihîje stadyumê.”
Rewşa dawî ya tîman û transferên nû
Di du hefteyên destpêkê yên lîgê de, her du tîman jî hîn tama serkeftinê nekiriye.
Hem Amedspor û hem jî Sivassporê bi wekheviyek û têkçûnekê, xwedî puanekê ne û li benda serkeftina xwe ya yekem in.
Amedspora ku îsal bi transferên xwe yên wekî Mbaye Diagne, Dia Saba, Emrah Başsan, Aytaç Kara û Felix Afena-Gyan balê dikişîne, dixwaze Sivassporê têk bibe û dilê alîgirên xwe xweş bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse