Batman Petrolspor derket fînalê

26-05-2025
RÛDAW
Nîşan Batman Petrolspor Altinorduspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor li mala xwe bi tîma Îzmîrê Altinordusporê re 1-1 ma û di Play-Offê de derket fînalê.

Batman Petrolspor û Altinorduspor li stadyuma Êlihê di çarçoveya di gava duyem a nîv-fînala Play-Offê de hatin hemberî hev.

Lîstikvanê Batman Petrolsporê Mert Çapar di xuleke 30î de golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Altinordusprê xuleka 85an penaltiyek bi dest xist û Huseyîn Bulut gola wekheviyê skorê kir 1-1.

Di xulekên mayî de her du aliyan nekarî gola duyem biavêje û nîva duyem bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Ji ber ku Batman Petrolsporê di agav yekem a maçê de li Îzmîrê Altinorduspor 1-0 têk biribû bi averaja 2-1ê navê xwe li fînalê nivîsî û li benda encama maça Elazigspor û Vansporê ye.

Li aliyê din, maça Elazigspor û Vansporê jî ji ber bûyerên li stadyûmê nivçû ma. 

Tîma ku di fînalê de bi ser bikeve dê derkeve Lîga 1em a TFFyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst