Rahênerê nû yê Amedsporê diyar bû

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Mesut Bakkal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku piştî têkçûna li hemberî Menemen Belediyesporê rêya xwe û Serdar Bozkurt veqetand, bi rahêner Mesut Bakkal re li hev kir.

Di Lîga 2yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor di lîstika hefteya 18emîn a li Îzmîrê de bi Menemen Belediyesporê ra hat hemberî hev û lîstik bi serkeftina Menemen Belediyesporê 1-0 bi dawî bû.

Amedspora ku di 36 puanan de ma û di lîgê de daket rêza 3yemîn, rêya xwe û rahêner Serdar Bozkurt veqetandibû.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê tîmê hat dayîn de hat ragihandin ku Amedsporê bi Mesut Bakkal re li hev kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Bi xêr hatî Mesut Bakkal

Klûba me bi rahênerê bi tecrube Mesut Bakkal ê ku di kariyera xwe de antrenoriya tîmên Lîga Super û Lîga 1emîn kiriye re li hev kir.

Serokê Kulûba me Azîz Elaldî û Kaptanê Giştî yê Şaxa me ya Futbolê Ahmet Ulmez beşdarî merasima îmzeyê ya Mesut Bakkal bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst