Bursaspor bi zirxpoşan hat Amedê lê av û av çû

30-04-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Diyarbekirspor Bursaspor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Diyarbekirsporê li mala xwe Bursaspor kir mêvan û 2-1 bi ser ket.

Hem lîstikvan û hem jî rahênerê Diyarbekirsporê ji ber ku nekarîn pêşbirkê temaşe bikin, ev serkeftin diyariyî alîgirên xwe kir.

Lîstikvanên tîma Bursayê ya ku bi êrişên xwe yên nijadperset tê naskirin, doh hatin Ameda Bakurê Kurdistanê.

Tîma Bursaporê tevî karwanekî polîsan çû Amedê û bi wesayîtên zirxpoş ên polîsan çûn otelê.

Îro li Amedê pêşbirkeke gelekî girîng hebû.

Diyarbekirspor û Bursaspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digirin, li Amedê hatin pêşberî hev.

Lê Parêzgeriya Amedê bi hinceta ewlehiyê biryar da pêşbirk bêyî alîgiran bê lîstin.

Stadyûma Amedê ji alîgirên Diyarbekirsporê re hate qedexekirin.

Ji ber vê yekê polîsan li çar aliyê stadyûma Amedê bi kîlometreyan rê bi têlbendan dorpêç kir û wan nehişt tu kesek nêzî stadyûmê bibe.

“Em şaristaniyê baş dizanin”

Rahênerê Diyarbekirsporê Ozcan Gokçeoglu got, “Futbol bi alîgiran xweş e.

Em li Mezopotamyayê hatine dinyayê. Em şaristaniyê baş dizanin.

Pêwist nedikir bi van tedbîrên ewlehiyê mirovan ewqasî aciz bikin.

Futbol bi alîgiran xweş e. Xwezî alîgirên me li sehayê bûna û em bi hev re kêfxweş bûna.

Ji ber ku alîgiran ji ber tedbîrên ewlehiyê nekarî temaşe bikin, em xemgîn bûn.

Lê ji ber ku em bi ser ketin jî em kêfxweş in.”

Lîstikvanên Diyarbekirsporê serkeftina ku li hemberî Bursasporê bi dest xist diyariyî alîgirên xwe kir ku ji ber qedexeyê nekarîn li wan temaşe bikin, kirin.

Lîstikvan Bunyamîn Yurur û Seymen Yagmûr ji encama pêşbirkê kêfxweş bûn.

“Heqê vê 10-0 bû”

Lîstikvanê Diyarbekirsporê Bunyamîn Yurur wiha anî ziman:

“Heqê vê 10-0 bû lê em pir motive bûn û vê yekê nehişt pir zêde golan bavêjin. Dîsa jî me qezenc kir.”

“Me bersiva êrişan bi serkeftinê da”

Futbolîzê Diyarbekirsporê Seymen Yagmûr axivî, “Wilehî wan li deplesmanê pir êrişî me kir.

Wan pir êrîşî min û Bunyamîn kir lê me li vir tiştek bi wan nekir.

Me ji wan bir. Me bersiva xwe li sehayê, bi serkeftinê nîşan da.”

Diyarbekirsporê bi vê serkeftina xwe ya li hemberî Bursasporê gihişt 45 puanan.

Ew ji rêza 12an hate rêza 10an. Bursaspor jî bi vê têkçûnê re bi 20 pûanan di rêza 18an de ma.

Bursayê şikestineke mezin xwar û ji lîga 2emîn xatir xwest. Ew dê sala bê di lîga 3yemîn de bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst