Amedspor kadroya xwe xurt dike: Tarkan Serbest hat

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Tarkan Serbest Transfer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya ku di Lîga Yekem a Trendyolê de dilîze, di serdema transferê ya zivistanê de gava yekem avêt.

Amedsporê ragihand ku wan bi lîstikvanê bi tecrube Tarkan Serbest re peymaneke fermî îmze kiriye.

Tarkan Serbest herî dawî di tîma Kocaelisporê ya Super Lîgê de dilîst.

Di daxuyaniya fermî ya Amedsporê de hat diyarkirin ku peyman nîvê duyem ê demsala 2025-2026an û tevahiya demsala 2026-2027an li xwe digire.

Bi vî awayî, Tarkan Serbest dê 1,5 salan formaya Amedsporê li xwe bike.

"Hêviya serkeftinê"

Amedsporê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

"Kluba me bi futbolîstê profesyonel Tarkan Serbest re peymaneke 1,5 salî îmze kir.

Ev transfer, transfera yekem a demsala zivistanê ye.

Em hêvî dikin ku ev gav ji bo kluba me, ji bo lîstikvanê me û ji bo civaka me ya futbolê bi xêr û xweşî be.

Em serkeftinê ji lîstikvanê xwe re dixwazin ku dê di bin formaya me de hewl bide têbikoşe."

Amedsporê her wiha li ser torên civakî bi gotina “Tu bi xêr hatî Tarkan Serbest” ew pêşwazî kir û Serbest jî bi gotina “Silav Amed, ez hatim” bersiv da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst