Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani bi Quranê sond xwar

Duh li 12:12
RÛDAW
Nîşan Zohran Mamdani New York Quran Sondxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zohran Mamdani ku di hilbijartinên meha çiriya paşîn de bi ser ketibû, sond xwar û bi awayekî fermî wekî Şaredarê New Yorkê dest bi erkê xwe kir.

Merasîma sondxwarinê li "Stasyona Metroyê ya City Hallê" ku yek ji cihên dîrokî yên bajêr e, hat lidarxistin.

Mamdani, destê xwe danî ser Qurana Pîroz û sond xwar.

Malbat û kesayetên payebilind beşdar bûn

Mamdaniyê 34 salî di merasîma ku Serdozgera New Yorkê Letitia Jamesê bi rê ve dibir de sond xwar.

Li gel hevjîna wî Rama Duwajiyê, dayîka wî ya fîlmçêker Mira Nair û bavê wî yê Profesorê Lêkolînên Afrîkayê yê Zanîngeha Columbiayê Mahmood Mamdani û endamên din ên malbatê jî beşdarî merasîmê bûn.

"Rûmet û îmtiyaza jiyana min e"

Mamdani di merasîmê de axivî û got, "Ev bi rastî jî rûmet û îmtiyaza jiyana min e."

Mamdani diyar kir ku ew bi bêsebirî li benda hevdîtina bi şêniyên New Yorkê re ye û destnîşan kir ku wî bi zanebûn Stasyona Metroyê ya kevn a City Hallê hilbijartiyeke da ku balê bikişîne ser girîngiya veguhastina giştî ya ji bo zindîbûn, tenduristî û mîrateya bajêr.

Şaredarê yekem e ku bi Quranê sond dixwe

Mamdani bû şaredarê yekem ê New Yorkê ku destê xwe daniye ser Qurana Pîroz û sond xwariye.

Li gorî nûçeya New York Timesê, Mamdani di dema sondxwarina ku nîvê şevê pêk hat de destê xwe daniye ser Quraneke bapîrê xwe û Quraneke nivîskar û dîroknasê Reşik Arturo Schomburg ku Pirtûkxaneya Gel a New Yorkê wekî emanet dabû şaredar.

Beşdariyeke berfireh

Di nav mêvanên komîteya vekirinê de lîstikvan John Turturro, şanonvîs Cole Escola û nivîskar Colson Whitehead, xwediyên kargehên piçûk û xebatkarên kampanyayê yên ji beşên cuda yên New Yorkê jî hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst