Li New Yorkê serdemeke nû: Misilmanekî sosyalîst bû serokê şaredariyê

05-11-2025
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Zohran Mamdani piştî hilbijartinê axivî / Wêne: AFP
Zohran Mamdani piştî hilbijartinê axivî / Wêne: AFP
Nîşan Zohran Mamdani New York Şaredarî Hilbijartin
A+ A-

New York (Rûdaw) - Sêşem ji bo Amerîkayê bû rojeke dîrokî.

New York, paytexta sermayedariyê, bi hilbijartina şaredarekî Misilman û sosyalîst, hem sermayedariya nerêkûpêk û hem jî tirsa ji Îslamê red kir.

Kampanyaya wî ya dawî li ser zêdekirina midaxeleya dewletê bû ji bo kêmkirina neyeksaniya aborî ya li bajarê herî dewlemend ê Amerîkayê.

“We fermanek da”

Zohran Mamdani piştî ku ji bo posta serokatiya Şaredariya New Yorkê hat hilbijartin got:

"New York, îşev we fermanek da ku guherîn çêbibe. Fermanek ji bo siyaseteke nû. Fermanek ji bo bajarekî ku em karibin tê de bijîn."

Piştgirên Mamdani ji bo pîrozkirina serkeftinê kom bûn, di heman demê de wî sozên xwe yên mezin ên kampanyayê yên wekî lênêrîna zarokan a belaş û rawestandina zêdekirina kirêya xaniyan ducare kirin.

“Wan çîna sermayedaran red kir”

Nişteciha New Yorkê Celeste Wayê got:

"Ez di wê baweriyê de me ku wan çîna sermayedaran red kir û wan zêdebûna neyeksaniya aborî ne tenê li Amerîkayê, li seranserê cîhanê jî red kir."

Tevahiya roja sêşemê, navendên dengdanê ji hilbijartinên borî qerebalixtir bûn û zêdetirî du milyon kesan dengê xwe da.

Ev 50 sal in ku ew qas New Yorkî neçûbûn ser sindoqên dengdanê.

Ji bo hinek dengderên bi kelecan ên wekî vî ciwanê muzîkjen, zorî û zehmetiya debara jiyanê ya li bajêr sedema serkeftina Mamdanî ye.

“Civaka me parçe parçe dikin”

Muzîkjen Matthew Harrison got:

"Sermayedarî heta radeyeke mezin bûye peyveke pîs. Xelk ji wê yekê bêzar bûye ku çawa dibe sedema bilindbûna bihayan û wan ji taxên wan derdixe.

Kompanyayên mezin pêkhateya civaka me parçe parçe dikin."

Kêm cih hene ku neyeksanî bi qasî New Yorkê tê de eşkere be.

Ji aliyekî ve dewlemendên ku li asmanan dijîn, ji aliyê din ve bi milyonan kesên ku nikarin kirêya xaniyên xwe bidin.

Li vir, ji sedî 40ê dahata bajêr diçe berîka ji sedî yekê niştecihan.

Zêdetirî nîvê xelkê vî bajarê heşt milyon û nîvî di nava hejariyê de an jî li ber sînorê hejariyê dijîn.

Ji her çar zarokan yek di nava hejariyê de mezin dibe.

"Serekên me nemane”

Niştecihê New Yorkê Ron Sugarman jî ev tişt gotin:

"Serekên me nemane. Pêdiviya me bi kesên ku li ser tiştên girîng bifikirin heye. Tiştên girîng ên wekî perwerde, xwarin, cihê niştecîbûnê. Em ji bo wan tiştan deng didin."

Li gorî hinek kesan, serkeftina Mamdani ji siyasetê wêdetir, bi man û nemanê ve girêdayî ye.

“Kesê ku soz daye Zohran e”

Nişteciha New Yorkê Brandi Alduk bi vî rengî axivî:

"Rexnegir dibêjin ew komunîst e an li dijî sermayedariyê ye. Bi rastî ev ji bo min ne girîng e. Ew behsa wan pirsgirêkan dike ku ji bo min girîng in.

Ez dixwazim li vî bajarê ku tê de mezin bûme bimînim, li gel hevjînê xwe li vir malbatekê ava bikim û kesê tekane yê ku soza vê yekê daye min Zohran e."

Çend meh berê kesî Mamdani nas nedikir.

Sersalê, ev koçberê Misilman ê ku li Ugandayê ji dayîk bûye, dê bibe berpirsê herî bihêz ê bajarê herî mezin ê Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst