Hewlêr (Rûdaw) - Halkbank bi binpêkirina dorpêçên li ser Îranê tê tometbarkirin û li gel hejmarek wezîrên berê yên Tirkiyê, navê serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan û serokê berê yê Amerîka Donald Trump jî derbas dibe.
Cîgirê Birêveberê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla ji aliyê Dadgeha Federal ya Herêma Başûrê New Yorkê ve dihat darizandin û di meha Gulana 2018an de 32 meh cezeyê zindanê lê hat birîn.
Atîlla piştre bi hinceta nebûna belgeyên pêwîst hate azadkirin û sala 2019an çû Tirkiyê.
Îro careke din rûniştina wê dozê li Amerîka birêve diçe û kovara Der Spiegela Almanî pêşbînî dike ku ev doz dikare aboriya Tirkiyê û Serokomarê wê Recep Tayyip Erdoğan têxe rewşeke karesatbar.
Li gorî kovara Der Spiegel, wê Serokê Amerîka Joe Biden tu destêwerdanê di vê dozê de neke û li hêviya biryara dadgehê be.
Di raporê de tê gotin ku sala 2017an rayedarekî Tirkiyê belgeyên wê dozê bi dizî gihandine Amerîka û dibe ku li gorî wan belgeyan Halkbank bi 20 milyar dolar were cezekirin û navûdengê serokomarê Tirkiyê Erdoğan jî di qada navdewletî de ziyaneke mezin bibîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse