Nûçeya Rûdawê ji Nîsanûra Amedî re bû deriyê hêviyê

19-06-2025
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Sezgîn Baran Korkmaz \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêvîdar Zana û Sezgîn Baran Korkmaz \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Çinar Amed Sezgîn Baran Korkmaz Malbata Fîdanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karsazê Kurd Sezgîn Baran Korkmaz bû mêvanê Rûdawê û got, ”Em dê maleke zîrek ji malbata Fîdanan re çêkin.”

Li gundê Potîkayê yê navçeya Çinarê ji 4 zarokên malbata Fîdanan, 2 bi nexweşiya penceşêra mêjiyê hestî ketine.

Nîsanûra 11 salî û birayê wê Ridvanê yek salî gelek zehmetî dîtine û piştî ku mêjiyê hestiyên wan hatiye guhertin her du jî kor bûne û nabînin.

Bavê wan Mehmûd Fîdan jî serê wî hatiye emeliyatkirin û bijîşkan kar û xebat li wî qedexe kirine.

Rewşa wan a aborî qet ne baş e, xaniyê wan nîne û bi mûçeyê astengdariyê yê ku zarok werdigrin debara xwe dikin.

Apê zarokan du odeyên mala xwe dane û sînorê jiyana wan ew her du ode ne.

Ew ji xêrxwazan alîkariyê dixwazin ji ber ku şert û mercên malê ji bo wan zarokan qet ne guncaw in.

Mitbaxa wan, serşoka wan, cihê avdestan wan û cihê razan û rabûna wan hemû bi giştî her du ode ne ku ji bo jiyaneke bitenduristî qet ne guncav e.

Rûdawê trajediya malbatê anî rojevê

Hevkarê me Abdulselam Akinci li ser trajediya malbata Fîdanan raporek amade kiribû. Rapora Rûdawê bû rojev û gelekî belav bû. 

Di wê raporê de Mehmûd Fîdan ji kesên xêrxwaz alîkarî xwest û got, “Hêvî dikim ku însanên xêrxwaz ji bo Nîsanur û Ridvan tiştekê bikin.

“Heta 4 mehan dê xaniyê malbata Fîdanan amade be” 

Karsazê Kurd Sezgîn Baran Korkmaz bû mêhvanê Rûdawê û eşkere kir ku ew dê mil bide malbatê.

“Min xeber li Rûdawê dît û dilê min gelekî bi rewşa malbatê êşiya. Ez her demê alîkariya miletê xwe dikim. Min got bê ka ez dikarim çi ji wan re bikim. Mala wan tunebû.

Ez bi mîmarê  kompanyaya xwe ya Tirkiyeyê re axivîm û min jê re got, ‘xaniyekî wisa çêkin ku bila bibe guh û çavên Nîsanurê. Xaniyekî li gorî malbatê çêkin.’

Niha projeya malê tê amadekirin piştî 2 hefteyan dê proje xilas bibe, paşê em dê projeyê bidin mutahîtekî û dê xanî di nava 4 mehan de xilas bibe.

Ez bi Nîsanurê re neaxivîme lê ez bi xalê wê re axivîme. Em dê ji wan re maleke zîrek çêkin lewre çavên Nîsanur û birayê wê nabînin.

Ev mal dê bibe nimûneyek. Em dixwazin tiştekî baş û hêja ji wan re çêkin.

Ji bo tedawiya wan jî em li benda raporên wan in, eger tedawiya wan li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê pêk neyê em dê wan bibin American Hospitalê ya Stenbolê û îşalah em dê wan tedawî jî bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst