Erdogan û Pizîşkiyan civiyan

01-09-2025
Nîşan Tirkiye Îran Çîn Recep Tayyîp Erdogan Mesûd Pizîşkiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan  civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd ji bo Civîna 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li bajarê Tîencînê yê Çînê ne.

Di çarçoveya civînê de hevdîtinên serokên û rayedarên welatan didomîn.

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Meyciangê bi Serokomarê Îranê Pizîşkiyan re hevdîtin kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat û Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst