Li Munîhê teqîn, mirî û birîndar hene

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Munîh Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê teqînek çêbû û piştî teqînê polîsan li herêmê operasyon da destpêkirin û termê kesekî hat dîtin.

Teqîn li yek ji rêyên sereke yên herî qelebalix ên bajarê Munîhê li Lerchenauer Strasseyê qewimî.

Piştî teqînê gelek polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Berdevkê polîsan diyar kir ku beşeke berfireh a rê hatiye girtin û dest bi operasyonê hatiye kirin.

Polîsan ragihand ku ji bo xelkê ti metirsî nîne.

Termê kesekî li herêmê hat dîtin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bildê, tê texmînkirin ku kesê mirî bombe li mala malbatê bi cih kiriye û agir berdaye malê û pişt re jî xwe kuştiye.

Her wiha hat diyarkirin ku herî kêm kesekî din jî bi guleyan birîndar bûye.

Hat eşkerekirin ku bûyer li Kolana Lerchenauerê ya li bakurê Munîhê qewimiye.

Polîsan ji bo ewlehiyê qadeke berfireh dorpêç kir.

Rayedaran bangî niştecih û şofêran kir ku ji herêmê dûr bikevin an jî rêyên alternatîv bi kar bînin.

Ji deverên nêzîkî cihê bûyerê dûmaneke zêde dihat dîtin.

Mifetişê Polîsan Thomas Schelshorn jî got, "Niha ji bo xelkê ti metirsî nîne. Her wiha ti pêwendiya bûyerê bi Oktoberfestê re jî nîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst