Trump hişyarî da Îranê: Keştiyên me yên pir mezin di rê de ne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Çîn Kanada Kuba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Îran derbarê bernameya çekên nukleerî û xwenîşanderan de gavan biavêje.

Serokê Amerîkayê got, “Niha keştiyên me yên pir mezin û bihêz ber bi Îranê ve diçin. Eger em neçar nemînin wan bi kar bînin dê gelekî baş bibe.”

Donald Trump li Washingtonê berî ku beşdarî merasîma nîşandana fîlmê "Melania" bibe, pirsên rojnamegeran bersivandin.

Trump li ser pirsa ku gelo di van çend rojên dawî de bi Îranê re hevdîtin kiriye yan na, got: “Min hevdîtin kir û ez plan dikim ku hevdîtinan bikim.”

Serokê Amerîkayê hişyariyên tund dan birêveberiya Tehranê û got,“Min du tişt ji wan re gotin.

Yekem; çekên nukleerî nabe, duyem; kuştina xwenîşanderan rawestînin. Bi hezaran kesan dikujin.

Min berî du hefteyan rê li ber îdamkirina 837 kesan girt lê êdî divê ew hinek tiştan bikin.”

Hişyariya ji bo Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer

Trump li ser plana Brîtanyayê ya ji bo hevkariyên nû yên bi Çînê re jî peyivî û got:

“Ji bo wan ev yek gelekî xeternak e. Ji bo Kanadayê karkirina bi Çînê re hîn xeternaktir e. Rewşa Kanadayê niha ne baş e.”

Îdiaya li ser Kubayê

Trump her wiha îdia kir ku Kuba “dewleteke têkçûyî” ye û got,“Divê hûn ji bo Kubayê xemgîn bibin.

Kuba li gel gelê xwe gelekî xerab e. Ez hewl nadim Kubayê bifetisînim lê jixwe bi îhtimaleke mezin ew dê nikaribin li ser pêyan bimînin.”

Hêzên federal ji Minnesotayê venakişin

Serokê Amerîkayê li ser pirsa ku gelo ew dê hêzên federal ên ku li eyaleta Minnesotayê operasyonên li dijî koçberan dikin vekişînin yan na, got,“Na, na. Bi ti awayî na.”

Trump destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya welat ew dê her tiştî bikin û got ku Tom Homanê berpirsê ewlehiya sînoran li herêmê karên “mezin” dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst