Macron li ser lihevkirina HSD û birêvebiriya Şamê daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatê wan piştgiriyê dide Sûriyeyeke xwedî serwerî ku rêzê li hemû pêkhateyên xwe digire.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser platforma Xê peyamek têkildarî lihevkirina HSD û birêvebiriya Şamê belav kir.

Emmanuel Macron di peyama xwe di peyama xwe de got:

"Sûriyeyeke xwedî serwerî, yekgirtî û aram. Sriyeyeke ku di nav aştiyê de ye û rêzê li hemû pêkhateyên xwe digire.

Sûriyeyeke ku bi temamî tevlî têkoşîna li dijî terorê bûye. Ev e ya ku Fransa piştgiriyê didi wê."

Pîrozbahî li û Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer kir

Macron, ji bo lihevkirinê pîrozbahî li Fermandarê Giştî yê HSDyê û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer kir.

Macron diyar kir ku wan rêkeftineke berfireh pejirandiye ku rê dide agirbesteke mayînde û entegrasyona aştiyane ya HSDyê.

Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku welatê wan dê piştgiriyê bide pêkanîna temam a wê rêkeftinê û got:

"Fransa dê bi hevahengiya li gel şirîkên xwe, li ser rêya aramî, dadmendî û jinûveavakirinê piştgiriya Sûriye û xelkê Sûriyeyê bidomîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst