TAYBET - Rûsya: Em piştgiriyê didin parastina mafên Kurdan

1 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Sûriye Rojavayê Kurdistanê Mariya Zakharova
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharovayê ragihand aliyan li ser agirbestê li hev kiriye lê şer û pevçûn li hinek deverên Rojhilatê Feratê berdewam in û ew ji vê yekê dilgiranin in.

Zakharovayê her wiha tekez kir ku ew piştgiriyê didin parastina mafên Kurdan.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zakharovayê di bersiva pirsên Rûdawê de behsa naveroka civîna dawî ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şerde kir ku roja 28ê Kanûna Paşîn li Kremlînê pêk hatibû.

Mariyayê diyar kir ku di wan hevdîtinan de rewşa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin û got:

"Em dilgiran in ku tevî ku aliyan li ser agirbestê li hev kiriye jî agahiyên berdewamkirina şer û pevçûnên ji deverên cuda yên Rojhilata Feratê tên ragihandin.

Di van şert û mercan de, bê guman misogerkirina ewlehiya sivîlan pêşîniyek e."

Mafên Kurdan û diyaloga bi Şamê re

Wê derbarê navbeynkariya Rûsyayê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Kurdan de ji bo misogerkirina mafên destûrî, tekez kir ku helwesta Moskowê neguheriye û got:

"Em piştrast in ku rêya ber bi aramiya domdar a demdirêj li bakurrojhilatê Sûriyeyê û tevahiya welêt, di diyalogeke berfireh re derbas dibe."

Her wiha Zaxarovayê amaje bi wê yekê kir ku divê ew diyalog yekîtiya neteweyî xurt bike û berjewendiyên hemû pêkhateyan, di nav de Kurd jî, li ber çavan bigire.

Rûsyayê her wiha Fermana Serokatiya Sûriyeyê ya hejmar 13 a 16ê Kanûna Paşîn pêşwazî diker ku taybet e bi garantîkirina mafên Kurdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst