Konseya Ewlehiyê biryar da: Otonomî ji bo Sahraya Rojava

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Sahraya Rojava Mexrib Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Cezayîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di yek ji nakokiyên herî demdirêj ên parzemîna Efrîqayê de biryareke yekalîker da û bi piraniya dengan piştgirî da plana Mexribê ya ji bo dayîna otonomiyê ya ji Sahraya Rojava re.

Ji bo vê biryara Konseya Ewlehiyê 11 endaman dengê "erê" da û Rûsya, Çîn û Pakistanê dengê "na" da, Cezayîrê jî deng neda.

Amerîkayê pêşengiya wan hewldanan kir û birêvebiriya Trump reşnivîsa biryarnameya Neteweyên Yekbûyî amade kiribû.

Sahraya Rojava ya ku rûberê wê bi qasî rûberê Brîtanyayê ye û bi kanza û samanên xwe yên xwezayî navdar e, ji sala 1975an ve di nava nakokiyeke dijwar a parzemîna Efrîqayê de ye; dema ku Spanya ji herêmê vekişiya, Mexribê valahî dagirt û ew herêm bi welatê xwe ve girê da.

Ji wê demê ve, Sahraya Rojava wekî herêmeke cihê nakokiyê li rojavayê parzemîna Efrîqayê tê naskirin û nakokî di navbera Mexribê û Komara Erebî ya Demokratîk a Sahrayê de ye ku ji aliyê Eniya Polîsaryoyê ve tê birêvebirin ku eniyeke siyasî û çekdarî ye.

Ji sedî 80ê herêmê ji aliyê Mexribê ve tê kontrolkirin û tenê ji sedî 20 di bin destê Komara Erebî ya Demokratîk a Sahrayê de ye.

Beriya biryara roja înê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Sahraya Rojava wekî "herêmeke nexweser" bi nav dikir û ji sala 1991ê ve hêzên aştîparêz li wê herêmê bi cih kiribû, armanca wê jî ew bû ku ji bo diyarkirina çarenivîsa herêmê giştpirsiyekê li dar bixe.

Amerîkayê serweriya Mexribû nas kiribû

Hikûmeta Amerîkayê, di dema yekem a serokatiya Trump de, li hemberî ku Mexrib pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re ava bike û beşdarî Peymana Îbrahîm bibe, serweriya Mexribê ya li ser herêma Sahraya Rojava nas kiribû.

Plana otonomiyê ya Mexribê li dijî Eniya Serxwebûnxwaz a Polîsaryoyê bû, ku li kampên penaberan ên li başûrê rojavayê Cezayîrê bi cih bûne û daxwaza giştpirsiyekê dikin ji bo diyarkirina paşeroja herêmê ku serxwebûn yek ji vebijêrkan be.

Lê di biryara nû ya Konseya Ewlehiyê de ti amaje bi giştpirsiyeke bi vî rengî nehatine kirin û bangî hemû aliyan dike ku li ser bingeha pêşniyara otonomiyê ya sala 2007an a Mexribê dest bi dan û standinan bikin.

Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz, piştî dengdanê ji encûmenê re ragihand:

"Em bangî hemû aliyan dikin ku di hefteyên pêş de derfetekê biafirînin da ku werin ser maseya gotûbêjan û dest bi gotûbêjên cidî bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku îsal aştî li herêmê pêk were û em dê hemû hewldanên xwe ji bo hêsankirin û bipêşveçûnê bikin."

Destpêka vê mehê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo dan û standinên Rojhilata Navîn Steve Witkoff, derbarê çareserkirina pirsa Sahraya Rojava ji medyaya Amerîkayê re gotibû ku aştiya di navbera Mexrib û Cezayîrê de dê di nava 60 rojên pêş de pêk were.

Biryara Konseya Ewlehiyê ji bo hemû aliyên pêwendîdar ên vê pirsgirêkê zelal bû: "Otonomiyeke rastîn a di bin serweriya Mexribê de dikare bibe çareseriyeke guncav."

Plana otonomiyê ya Mexribê ku cara yekem sala 2007an hat pêşkêşkirin, desthilata yasadanîn, bicihanîn û dadweriyê dide Sahraya Rojava.

Tevî vê yekê, Mexrib dê kontrola kar û barên parastin, derve û olî bike.

Şahê Mexribê Mihemedê Şeşem, piştî biryara Neteweyên Yekbûyî, gotareke televîzyonî pêşkêş kir û biryara Konseya Ewlehiyê wekî gaveke dîrokî û rûpeleke nû û serkeftî di pêvajoya diyarkirina çarenivîsa Sahraya Rojava de bi nav kir.

Her wiha Şah Mihemed bangî wan penaberên Sahraya Rojava yên ku li kampên Cezayîrê dijîn kir ku wê biryara otonomiyê pesend bikin û ji Serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebûn xwest ku dest bi "diyalogeke biratiyê" bike.

Piştî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi hezaran Mexribî daketin kolanên paytext Rabatê, alayên welatê xwe bilind kirin û dirûşmên niştimanperweriyê gotin.

Derbarê rola welatên Erebî, Erebistana Siûdî di salên borî de veberhênaneke mezin li wê herêmê kiriye, bendav û rêyeke bilez a 1055 kîlometreyî çêkiriye û alîkariya darayî jî ji bo herêmê dabîn kiriye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê, van projeyan rewşa beşeke mezin a herêmê guhertiye, her çend hîn jî metirsiya Mexribê heye ku li wê herêma Sahraya Rojava ya ku hîn di bin kontrola Polîsaryoyê de ye, rûbirûyî astengiyan bibe.

Li hemberî vê, Eniya Serxwebûnxwaz a Polîsaryoyê ku îdia dike nûnertiya gelê resen ê Sahraya Rojava dike, li ser daxwaza giştpirsiyê ji bo mafê çarenivîsê li wê herêmê ku serxwebûnê wekî vebijêrkekê dihewîne, bi israr e.

Nûnerê Polîsaryoyê yê Neteweyên Yekbûyî Sîdî Mihemed Omer, derbarê biryara Neteweyên Yekbûyî got, "Biryara îro nayê wateya naskirina serweriya Mexribê ya li ser Sahraya Rojava."

Wî berpirsê serxwebûnxwazan her wiha amaje pê kir ku tevger dê biryara Neteweyên Yekbûyî binirxîne berî ku helwesta xwe ya fermî eşkere bike.

Piştre, serxwebûnxwazan li kampa penaberan a li Cezayîrê dest bi xwenîşandanan kir, biryara Konseya Ewlehiyê şermezar kir û soza berdewamiya têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina serxwebûnê da.

Cezayîra ku piştgira sereke ya Eniya Polîsaryoyê ye li hemberî Mexribê, rexneyeke tund li biryara Neteweyên Yekbûyî girt.

Balyozê Cezayîrê yê Neteweyên Yekbûyî Emmar Benjame, ji Konseyê re ragihand:

"Biryara dawî ya derbarê paşeroja wê herêmê, nabe ya kesekî din be ji bilî wan gelên ku di bin desthilata dagirkeriyê de ne.

Biryarê pêşniyarên Eniya Polîsaryoyê paşguh xistiye û divê dengê wan were bihîstin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dildar Herkî û Besam Îshaq / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Besam Îshaq: Îhtimal heye ku Îlham Ehmed here Stenbolê

Endamê Nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Besam Îshaq beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên Dildar Herkî