Wijdan Reşîd bi keviran hunerê diafirîne, bi hunerê hêviyê dide

01-11-2025
Zinar Şîno
Wijdan Reşîd\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wijdan Reşîd\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wijdan Reşîd Almanya Rojavayê Kurdistanê Koçberên Almanyayê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) -Bijîşkê Kurd ê diranan Wijdan Reşîd, bi kevirên biçûk berhemên hunerî yên bêhempa diafirîne û li kampên koçberan zarokan fêrî hunera wênesaziyê dike.

Navê wî Wijdan e û karên wî yên hunerî jî wijdanê mirovahiyê dihejînin.

Wijdan Reşîd di sala 1972an de li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Rêwîtiya wî ya hunerî ji zarokatiyê ve bi xêzkirina karakterên fîlmên karton ên wekî Sasuke, Grendizer, Ednan û Lînayê dest pê kiriye.

Ji karîkaturê heta hunera bi keviran

Wijdan Reşîd di dema xwendina xwe ya bijîşkiya diranan de li Zanîngeha Helebê dest bi xêzkirina karîkaturan kir.

Wijdan di karîkaturên xwe de bi awayekî rexneyî behsa jiyana civakî, aborî û siyasî ya xwendekaran dikir.

Wijdan Reşîd piştî wêne û karîkaturan, niha berê xwe daye hunera bi keviran û ew diyar dike ev huner ji bo wî qadeke nû û afirîner e.

Wijdan Reşîd li ser vê yekê got,"Min dît ku kevir bi rastî ji bo kar qadeke pir berfireh dihewîne.

Ev ramaneke nû ye. Min hest dikir ku di tabloyên asayî de ew afirîneriya ku tê xwestin nîne lê di keviran de min ew tişta cuda dît."

Carinan ramanek tê hişê wî û ew li kevirekî guncaw digere, carinan jî şiklê kevirekî dibe îlham ji bo berhemeke nû.

Zarokên koçber fêrî hunerê dike

Wijdan Reşîd, ku bavê çar zarokan e, naxwaze zarokên di kampên koçberan de dema xwe vala derbas bikin.

Ji ber vê yekê, ew hefteyê carekê yan du caran dersên wênesaziyê dide nêzîkî 20 zarokên koçber ên ji Rûsya, Efxanistan û Ukraynayê.

Wijdan Reşîd di berdewamiyê jî de got,“Ez bi awayekî pir hêsan ji wan re rave dikim. 

Wekî mînak, ez dibêjim em vî karî çawa bikin, ji jimareyên yek, du, sê.

 Ev tabloya zarokekî ye ku temenê wî nêzîkî heşt salan e, wî bi xwe çêkiriye.”

Jiyana li Almanyayê û hesreta welat

Wijdan Reşîd û malbata wî ji sala 2015an ve li Almanyayê dijîn. Ew ji bo aramî û ewlehiya ku Almanyayê daye wî û malbata wî spasdar e lê di heman demê de bêriya welatê xwe jî dike.

Reşîd naxwaze rawestgeha dawî ya jiyana wî li vî "welatê sar û biyanî" be, çavê wî her dem li ser ax û ava Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst