Balyozê Amerîkayê: Tirkiye nikare F-35an ji Amerîkayê bikire

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mike Huckabee Amerîka Îsraîl F-35 Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee îdia kir ku Tirkiye nikare balafirên şer ên F-35an ji Amerîkayê wergire.

Mike Huckabee di hevpeyvîna xwe ya bi Kanala 12an a Îsraîlê re behsa pêvajoya firotina F-35an a ji bo Tirkiyeyê kir.

Huckabee pêşbînî kir ku firotina F-35an ji Senatoya Amerîkayê derbas nabe û got:

"Her wiha li gorî yasayên Amerîkayê, heta ku Tirkiye di wan alavên ku ji Rûsyayê kirîne de guherînên mezin neke, nikare F-35an wergire."

"Tirkiye û Îsraîl ne wekhev in"

Balyozê Amerîkayê Huckabee diyar kir ku Îsraîl û Tirkiye li cem Amerîkayê "hevpeymanên wekhev nînin" û got:

"Eger kesên ku difikirin li vir wekheviyek heye, 'hevpeyman A, hevpeyman B' heye, bila zanibin ku rewş qet ne wisa ye."

Trump hîn biryar nedaye

Huckabee di hevpeyvînê de her wiha ragihand ku Birêvebiriya Trump hîn li ser destpêkirina êrişeke leşkerî ya li dijî Îranê biryarek nedaye.

Huckabee got, "Serok Trump her tim li hêviya encama herî baş e.

Jixwe divê em ji bîr nekin, ew di 'hunerê rêkeftinê' de pispor e. Eger karibe vê yekê pêk bîne, ev îdeal e.

Lê eger bi ser nekeve, ew ji kirina tiştê ku havîna borî di operasyona Çakûçê Nîvê Şevê de îsbat kiribû, natirse."

Mike Huckabee hişyarî da Îranê û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Ev serokek e ku gelek soz dane; hûn dê zehmetiyê bikşînin ku sozeke wî ya bi cih neanî bibînin.

Gefên vala naxwe. Tiştê ku ez dê ji gelê Îranê re bibêjim ev e.

Bi baldarî guh bidin gotinên Serok, baweriya xwe bi gotina wî bînin. Ew dê soza xwe bi cih bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst