Hilbijartinên Fînlandê: Ji 8 partiyên mezin 7 jê ji aliyê jinan ve tên birêvebirin

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Fînlandê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro yekşemê 02-04-2023 hilbijartinên parlemana Fînlandiya têne kirin û hikûmeta Sana Marîn ku hevpeymana 5 partiyên çep û navendî ye ji bo ku li ser desthilatê bimîne têdikoşe.

Îro 2 hezar û 424 berbijêrên 22 partiyên siyasî ji bo bidestxistina 200 kursiyên parlamentoya Fînlandiyayê hevrikiyê dikin. Li vir pênc xalên girîng hene ku hûn di derbarê welatê Skandînavyayê de zanibin.

1. Jin û hêz

Ji 8 partiyên herî mezin ên Fînlandiyayê 7 jê jin tên birêvebirin û Fînlandiya jî weke "di warê wekheviya zayendî de yek ji welatên herî pêşketî yên cîhanê ye" tê dîtin.

Dema ku Sana Marîn di sala 2019an de dest bi desthilatdariyê kir, ew bû sêyemîn serokwezîra jin û serokatiya koalîsyonek ji pênc partiyan kir, ku hemî ji hêla jinan ve têne rêvebirin. Vê yekê di çapemeniya navneteweyî de cih girt.

Di sala 1907’an de Parlamentoya Fînlandiyayê bû yekemîn di cîhanê de ku xwedî parlamenterên jin bû. Wê demê Fînlandiya beşek ji Împaratoriya Rûsyayê bû. Tevî ku jinan ti carî piraniya parlamentoyê negirtiye jî, lê niha %47ê parlementeran pêk tînin.

2. Fînland û NATO

Piştî êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê di Sibata 2022'an de, Fînlandiyayê rêya bêalîbûnê ya bi dehan salan şikand û di Gulana wê salê de bi Swêda cîran re serlêdana endametiyê li hevalbendiya NATO'yê kir.

Welatê ku hezar û 300 kîlometre bi Rûsyayê re parve dike, tê payîn ku vê hefteyê bi awayekî fermî tevlî NATOyê bibe. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jans Stoltenberg roja Înê li ser Twitterê wiha got: "Ez li bendê me ku di çend rojên bê de ala Fînlandiyayê li baregehên NATO'yê daliqînim. Bi hev re em bihêztir û ewletir in."

Gelek Fênlandî ji mêj ve bawer dikin ku rexnenekirina polîtîkaya Rûsyaya cîran rêya herî baş a parastina berjewendiyên xwe ye, polîtîkayeke ku bi navê "Fînlandîbpnê" tê zanîn.

Beriya şerê Ukraynayê, piştgiriya Fînlandiyan ji bo endamtiya NATOyê tenê ji %20 heta 30% bû, lê piştî ku şer dest pê kir, ev hejmar derket 75%.

Her çend dengdêr girîngiyê didin ewlehî û berevaniyê jî, endamtiya Fînlandiyayê di NATOyê de ji bo wî welatî nebûye asteng, ji ber ku li ser vê mijarê lihevkirineke siyasî ya berfireh heye.

3. Welatê herî bextewar ê cîhanê

Fînlandiya ji bo şeşemîn sal li pey hev ji hêla tomarkirina Neteweyên Yekbûyî ve wekî welatê herî bextewar ê cîhanê tê rêz kirin.

Welatê ku nifûsa xwe 5,5 mîlyon e, bi hezaran gol û daristanên zirav hene û bi pergala xwe ya refahê, bawerîya zêde bi karbidestên xwe û astên kêm newekheviyê tê zanîn.

Nêzîkî sê mîlyon sauna li Fînlandiyayê hene, ku ji hejmara otomobîlên tomarkirî li wî welatî zêdetir e. Li welatekî ku nîvê salê germahî di binê sifirê de kêm dibe rehet e.

Lêbelê, hin Fînlandî li ser xwe wekî "westiyayî û depresyonê" diaxivin û ji bextewariya ku li derve tê dîtin bi guman in.

4. Ber bi rasttirçûnê ve

Çend roj beriya hilbijartina parlementoyê, di anketan de Partiya Sosyal Demokrat a Sanayê Marîn bi du partiyên rastgir re di pêşbirkeke nîv wekhev de nîşan da.

Li gorî medyaya welêt, Partiya Hevbendiya Niştimanî ya rastgir-navend li hember Sosyal Demokrat û Partiya populîst a Fînlamdê bi rêjeyeke kêm li pêş e û dijî koçberan e.

Partiya Navendê ku yek ji hevkarên koalîsyonê yên Marîn e, niyeta xwe ya ku di qonaxa bê de di bin heman sîwanê de nedomîne eşkere kir.

Ev tê wê wateyê ku dibe serokwezîr bixwaze bi Partiya Hevbendiya Niştimanî re bigihêje rêkeftinekê ji bo bidestxistina piraniya parlamentoyê. Di siyaseta Fînlandiyayê de ev rewşek hevpar e.

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî bijardeya avakirina hikûmeteke rastgir bi Partiya Finns re heye, mîna hikûmeta ku her du partiyên di sala 2015an de bi Partiya Navendê re ava kirin.

Wê demê, Partiya Fînlandiya di hikûmetê de parçe bû; Di encamê de, baskê wê yê veqetandî hilweşiya, dema ku partiya eslî di hilbijartinên 2019 de bû partiya duyemîn.

5. Pirsgirêkên koçberî û deynan

Li gorî îstatîstîkên hikûmeta Fînlandiyayê, li Fînlandiyayê zêdeyî 469 hezar kes dijîn ku koçber in an jî xwedî paşeroja koçberiyê ne, ji sedî 8,5 ê nifûsa giştî ya welêt e. Par zêdeyî 48 hezar koçber xwe gihandin Fînlandiyayê, di sala 2021'an de zêdeyî 36 hezar koçber koçî Skenderûnê kirin.

Partiya Hevbendiya Niştimanî li dijî siyaseta partiya Fînlandiya ya fişara li ser koçberan e. Tê çaverêkirin ku ew ê Hevbendiya Niştimanî bikişîne ser partiya Sana Marîn.

Partiya Fînlandiyayê sedema hatina koçberan bi "zêdebûna rêjeya tundûtûjiyê li Swêdê" sûcdar dike.

Di vê navberê de, Hevbendiya Niştimanî mijara koçberan bi ciddî digire di çareserkirina nifûsa pîr a Fînlandiyayê de.

Sana Marîn amaje kir ku ew ê bi Partiya Fînlandiyayê re hikûmetê ava bike red kir û ew wekî "nîjadperest" bi nav kir.

Hevbendiya Niştimanî rexne li hikûmeta Marîn kir ji ber "bêhişmendiya" di derbarê xerckirinê de.

Dema ku Sana Marîn sala 2019'an bû desthilatdar, rêjeya deynê berhema giştî ya navxweyî ya Fînlandiyayê bi qasî ji sedî 64 bû, lê belê ji ber lêçûnên şer ên corona û Ukraynayê ev rêje derket 73 ji sedî.

Hevbendiya Niştimanî dixwaze xerciyên giştî bi şeş milyar euro bibire, ku ji aliyê partiyên çep ve wek metirsî li ser refaha Fînlandiyan tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst