Li Hindistanê 3 trên li hev qelibîn: Herî kêm 50 kes mirin, zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Orîssaya Hindistanê di encama qezaya 3 trênan de li gorî zanyariyan herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest dane, zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê li herêma Balasoreyê trêna rêwiyan a Coromandel Expressê û trêneke barhilgir li hev qelibîn.
Di qezaya ku nêzîkî Rawestgeha Bahanaga Bazarê bi dema herêmê di demjimêr 19:20an de qewimî, li gorî zanyariyên destpêkê 50 kesan canê xwe ji dest dane, zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.
Rayedarên Hindistanê ragihand ku 179 birîndar birine nexweşxaneyan û her wiha ji bo derxistina rêwiyên birîndar û miriyan jî xebatên rizgarkirinê berdewam in.
Li Odisha ya Hindistanê 3 trên li hev qelibîn, herî kêm 50 kes mirin û zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûn.#India pic.twitter.com/VIot6A4Izd
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 2, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse