Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên polîsên herêmî yên Hindistanê diyar kir ku tê bawer kirin ji 242 kesên di balafira rêwiyan de ya ku li nêzîkî balafirgeha bajarê Ahmedabadê yê eyaleta Guceratê ketiye, kesek sax maye.
Rayedarên polîsên Ahmedabadê ku ji Associated Pressê (AP) re axivîn, derbarê qezaya balafira "Air India 171" de daxuyanî da.
Rayedaran destnîşan kir ku tê bawer kirin ji balafira ku bi giştî 242 kes tê de bûn, kesek rizgar bûye, û her wiha ragihand ku tê texmînkirin li cihê niştecihbûnê yê ku firoke lê ketiye jî qurbanî hebin.
Ji aliyê din ve, sedema qezayê hîn jî nayê zanîn.
Qezaya balafirê li Hindistanê
Balafira rêwiyan a ku 242 kes tê de bûn û ber bi Balafirgeha Gatwickê ya Londonê ve diçû, 5 deqe piştî rabûna xwe ya ji Balafirgeha Ahmedabadê ya li eyaleta Guceratê ya Hindistanê, ketibû xwarê.
Hîn derbarê sedema ketina balafirê de ku hat diyarkirin ji cureya "Boeing 787-8 Dreamliner" e, daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse