Amerîka dê alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê rawestîne

02-07-2025
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Amerîka
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî biryar da ku hinek alîkariyên çekan ên girîng ji bo Ukraynayê rawestîne.

Di vê çarçoveyê de, şandina hinek cebilxaneyên girîng ku di nav de sîstemên parastina asmanî yên ku di dema birêvebiriya Joe Biden de soz li ser hatine dayîn jî hatin rawestandin.

Biryar piştî êrişên mûşekî û dronan ên Rûsyayê yên li ser xeta eniya şer hat ku van hefteyên dawî dest pê kir.

Pispor balê dikişînin ku ev pêşhat dikare ji bo kapasîteya parastina asmanî ya Ukraynayê bibe sedema encamên cidî.

Alîkara Berdevkê Koşka Spî Anna Kellyê di daxuyaniyekê de anî ziman:

“Ev biryar piştî nirxandina piştgiriya leşkerî ya gerdûnî ya Wezareta Parastinê, bi mebesta ku berjewendiyên Amerîkayê di ser her tiştî re bigire hatiye dayîn.”

Kêmkirina alîkariya leşkerî, di heman demê de wekî nîşana vegera li xeta siyasî ya ku di dema serokatiya Donald Trump de hate sepandin tê şîrovekirin ku armanc ew bû Rûsya û Ukraynayê neçar bike ku dan û standinên aştiyê bikin.

Li gorî nûçeyên ku çapemeniya Amerîkayê di nava cebilxaneya ku hatiye rawestandin de mûşekên sîstema parastina asmanî ya Patriotan, cebilxaneyên obusan û mûşekên Hellfireyan jî hene.

Balyozê berê yê Amerîkayê Rûsyayê Michael McFaul li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser bandorên biryarê û got, “Gelo birêvebiriya Trump bi rastî şandina Patriotan jî radiwestîne?”

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy di Lûtkeya NATOyê ya ku hefteya borî li Holendayê hat lidarxistin de bi Trump re hevdîtinek kir û xwest ku Amerîka helwesta xwe ya li ser sîstemên Patriotan zelal bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst