Moscow (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber kirîna petrola Rûsyayê li hemberî Hindistanê şerekî bazirganiyê ragihand û bacên gumrikê ji sedî 50 zêde kirin.
Ev pêngav di demekê de hat ku li gorî rayedarên Amerîkayê ji sala 2022yan vir ve para petrola Rûsyayê di hawirdeya Hindistanê de ji sedî 40 zêde bûye.
Lê li gorî pisporên enerjiyê yên Rûsyayê, ev zext dê Hindistanê ji kirîna petrola Rûsyayê venegerîne û armanca rastîn a Amerîkayê ne petrol lê bidestxistina tawîzên bazirganiyê ye.
"Amerîka li pey tawîzên bazirganiyê ye"
Alîkarê Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Igor Yushkov diyar kir ku Hindistan dê guh nede zextan çimkî ti garantiyeke wê nîne ku eger dev ji petrola Rûsyayê berde, Amerîka dê bacan rake.
Igor Yushkov got, "Pirsgirêk ne di petrolê de ye. Pirsgirêk ew e ku Amerîka dixwaze di peymanên bazirganiyê de destkeftiyên zêdetir ji Hindistanê wergire."
Wî amaje pê kir ku Amerîka li hemberî kiriyarên din ên wekî Çîn, Tirkiye û heta Erebistana Siûdî jî bê deng e, ev jî nîşan dide ku hedefa sereke ne petrol e.
"Eger Hindistan nekire, dê Çîn petrola Rûsyayê bikire"
Li aliyê din, Serokê Beşa Petrol û Gazê ya Enstîtuya Enerjî û Darayî ya Rûsyayê Maxim Shevirenkov li ser bandora potansiyel a kêmkirina hawirdeya Hindistanê axivî.
Li gorî Maxim Shevirenkov eger Hindistan hawirdeya petrolê kêm bike jî, ew petrol dikare bi hêsanî ji Çînê re were firotin û pîşesaziya petrolê ya Rûsyayê dê zêde zererê nebîne.
Wî tekez kir ku "pîşesaziya petrolê ya Rûsyayê gelekî bi hêz e" û "xwedî marjînaleke ewlehiyê ya xurt e" ji ber vê yekê her çend dahata budceyê hinekî kêm bibe jî, sektor dê li ser pêyan bimîne.
Li gorî gotina Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê, Moskow bi kêmkirina nêzîkî ji sedî 5 petrolê difiroşe New Delhiyê, ev yek jî petrola Rûsyayê ji bo kiriyarên Hindistanî dike vebijêrka herî erzan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse