RÛSYA - Dorpêç tund dibin, bazirganên Kurd jî derba xwe dixwin

17-09-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Bazirganê Kurd Dogan Bakurî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bazirganê Kurd Dogan Bakurî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rûsya Dorpêç Amerîka Ewropa Ruble
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Dorpêçên Amerîka û welatên Ewropayê bandoreke gelekî neyînî li bazarên Rûsyayê kiriye.

Ji ber lawazbûna Ruble bi taybetî bazirganên ku kelûpelên xwe ji derve tînin, rûbirûyî zehmetiyên mezin mane.

Welatên Rojava jî amadehiya dorpêçên tundtir dikin ku tê payîn aboriya Rûsyayê bêhtir têk bibe.

Berê bi barhilgiran dişandin, niha firotina 200 topan wekî bereketê ye

Kompanyayeke bazirganiya tekstîlê ya li Moskowê, beriya mehekê rojane çend barhilgirên mezin ên tiştên tekstîl dişandin ji kiriyarên xwe yên li seranserê Rûsyayê re, ji derdora Moskowê bigire heta bajarên Sîbîryayê.

Lê îro firotina 200 topan di rojekê de wekî bereketê tê dîtin.

Doganê ji Bakurê Kurdistanê ku birêvebiryê kompanyayê ye, dibêje dahata wan bi zorê têra lêçûnên veguhastin û kirêya ambaran dike, ji ber ku ew kelûpelên xwe ji Tirkiyeyê tînin.

Bazirganê Kurd Dogan Bakurî got:

"Rabûn û daketina Dolar gelek bandor li karê me dike. Carinan, ji nişka ve dikeve 75 Rubleyan, carinan diçe 85 û 90î.

Mirov nizane sibe dê çawa be. Ji ber wê, mişterî jî ditirsin û newêrin zêde mal bistînin.

Em jî zererê dibînin û nikarin zêde mal ji Tirkiyeyê bînin. Hêviya me ji hikûmetê ew e ku nirxê di 80 an 75an de bide sekinandin, da ku mirov pêşiya xwe bibîne û hem mişterî hem jî em karê xwe bizanibin.

Eger wisa bidome, em dê karê xwe kêm bikin. Ji ber ku ev dê zerereke mezin bide me. Em dê mecbûr bimînin karê xwe kêm bikin yan jî em dê werin girtin."

“Dolar dê bibe 90 Ruble”

Lawazbûna Ruble ji aliyê pisporan ve bi gelek faktoran tê ravekirin, di serî de kêmbûna bihayê petrolê û metirsiya dorpêçên nû.

Serokê Departmana Stratejiyê ya Banka Fînamê Yaroslav Kabakov jî got:

"Nearamî dê ji ber siyaseta darayî ya hikûmetê bi her awayî hebe. Bi ya min, heta dawiya salê Dolar dê bigihîje 85-90 Rubleyan.

Em vê gavê çavdêriya daketineke berbiçav a dahata ji hinardeyê û zêdebûna lêçûnên hawirdeyê dikin.

Ji aliyê din ve, lawazbûna Ruble dikare bibe sedema enflasyonê, bi taybetî bilindbûna bihayê berhemên hawirdekirî."

Rojava sizayên nû amade dike

Di rojeva welatên Rojava de sepandina sizayên zêdetir li ser Rûsyayê niha mijara sereke ye.

Amerîka daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dike ku tedbîrên tund li dijî Rûsyayê bigire, berî ku Washington bi xwe dorpêçên xwe tundtir bike.

Washington her wiha xwestiye ku G7 ji ber kirîna petrola Rûsyayê, bacên gumrikê li ser Çîn û Hindistanê heta ji sedî 100 ferz bike.

Tê payîn ku Yekîtiya Ewropa û G7 di demeke nêzîk de siyaseta xwe ya sizayan li dijî Rûsyayê hevrêz bikin.

Li gorî Rojava, ev yek dê bibe sedema rûxîna nirxê Ruble û hilweşîna aboriya Rûsyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst