Starmer behsa gefa Rûsyayê dike, Putin: Em dê êrişî NATOyê nekin

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan Keir Starmer Vladimir Putin NATO Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer li Ewropayê bal kişand ser "gefa Rûsyayê" û banga domandina piştgiriyê ji bo Ukraynayê kir, ji Moskowê bersiveke tund hat.

 Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îdiayên ku ew dê êrişî NATOyê bikin wekî "bêbingeh" bi nav kir û elîtên Ewropî bi "afirandina hîsteriyê" tawanbar kir.

Starmer: Divê zexta li ser Moskowê bidome

Li Lûtkeya Heftemîn a Civata Siyasî ya Ewropayê (EPC) ya li Kopenhagê, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer tekez kir ku têkoşîna li dijî "êrişkariya" Rûsyayê hê bi dawî nebûye.

Starmer got, "Daxwaza Putin ne tenê ji bo êrişkirina Ukraynayê lê her wiha ji bo destwerdana li seranserê Ewropayê jî bêrawestan dewam dike.

Divê em bi her tiştê xwe li dijî vê yekê têbikoşin."

Wî her wiha bang kir ku hevkariya NATOyê û zextên aborî yên li ser Rûsyayê, bi taybetî di warê enerjiyê de, bên zêdekirin.

Putin: Ewropî hîsteriyê diafirînin

Li aliyê din, Vladimir Putin di daxuyaniyên xwe de got ku bawerkirina bi êrişeke Rûsyayê ya li ser NATOyê ne mimkun e.

Putin, berpirsên Ewropî bi belavkirina tirsa şer tawanbar kir û Ewropa wekî berpirsiyarê pêknehatina aştiyê li Ukraynayê nîşan da.

Putin hişyarî da û got, "Heger kesek bixwaze di warê leşkerî de bikeve pêşbirkê, Rûsya gelek caran îspat kiriye ku dikare bersiveke bi lez bide. Divê Rûsya neyê provokekirin, ji ber ku qelsî nayê qebûlkirin."

Serokê Rûsyayê her wiha diyar kir ku ew çavdêriya hewldanên Almanyayê yên ji bo avakirina artêşeke bihêz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst