Li supermarketeke Meksîkayê teqîn, gelek mirî hene

02-11-2025
Nîşan Meksîka Supermarket Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Meksîkayê li supermarketekê teqînek çêbû û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 23 kes mirine.

Li gorî medyaya herêmî, teqîn doh li dikana "Waldo's"ê a li bajarê Hermosilloyê yê eyaleta Sonorayê, piştî şewatekê çêbûye.

Her çi qasî hejmarên fermî hîn nehatibin eşkerekirin jî, medyaya welêt ragihand ku herî kêm 23 kes mirine û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku şewat hatiye kontrolkirin û ji bo diyarkirina sedema teqînê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Li gorî rojnameya La Jornadayê, yek ji îhtimalên ku li ser tê rawestîn, teqîna gazê yan jî komkirina sotemeniyê ye.

Sekreteriya Ewlehiya Giştî ya Sonorayê li ser Xê ragihand ku bûyer ne "êriş yan jî bûyereke tundiyê ya li ser sivîlan" e.

“Min ferman da”

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum ji xelkê re sersaxî xwest û li ser hesabê xwe yê Xê nivîsî:

“Ez bi Parêzgarê Sonorayê Alfonso Durazo re di pêwendiyê de me da ku li gorî pêwîstiyê piştgiriyê bidim.

Min ferman da Wezîra Karên Navxwe Rosa Icela Rodriguezê ku tîmeke piştgiriyê bişîne da ku alîkariya malbat û birîndaran bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst