Ji Sedam heta Maduro: Amerîka serokên welatan çawa desteser dike?

03-01-2026
Nîşan Venezuela Îraq Nicolas Maduro Sedam Husên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) heta niha çend serokên welatan desteser kirine û ew darizandine.

Yek ji wan ê herî navdar Sedam Husên bû ku Kanûna Pêşîn a 2003yan hate girtin û paşê li Îraqê hate darizandin û hat îdamkirin.

Yê herî dawî jî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ye ku di operasyoneke hêzên taybet de hate girtin û ew birin Amerîkayê. Biryar e ku ew li wir were darizandin.

Serokên ku Amerîkayê ew girtine:

Serokê Panamayê Manuel Noriega
Sala 1989an di dema dagirkirina Panamayê ya ji aliyê Amerîkayê ve hate girtin.
Manuel Noriega bi bazirganiya narkotîk, spîkirina pereyan û wergirtina bacê 40 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û 21 salan di girtîgehê de ma.

Sedam Husên
Sala 2003yan piştî rizgarkirina Îraqê ji destê rejima Beasê hate girtin.
Amerîkayê ew nedarizand û radestî desthilatdarên Îraqê kir. Wan jî cezayê îdamê lê birî û 30yê Kanûna Pêşîn a 2006an hat îdamkirin.

Serokê Hondurasê Juan Orlando Hernandez
Desthilatdarên welatê wî sala 2022yan ew girtin û radestî Amerîkayê kirin. Washingtonê ew bi tohmeta plana qaçaxçitiya kokaînê ya ji bo Amerîkayê û dan û standina bi komên krîmînal re tawanbar kir.

Dadgeheke federal sala 2024an 45 sal cezayê girtîgehê lê birî lê Trump Kanûna Pêşîn a 2025an efûya wî derxist.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro

Trump 3yê Kanûna Paşîn a 2026an girtina wî eşkere kir. Maduro di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de hate girtin.
Amerîkayê ew û hikûmeta wî wekî "rêxistineke terorê ya biyanî" pênase kir. Donald Trump eşkere kir ku Maduro û hevjîna xwe dê li Amerîkayê bên darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst