Moskow (Rûdaw) - Operasyona Amerîkayê ya li Venezuelayê û desteserkirina Nicolas Maduro li Moskowa paytexta Rûsyayê bûye mijara sereke ya rojevê.
Welatiyên Moskowê ji vê biryara Amerîkayê ne razî ne û piraniya wan bawer dikin ku Amerîkayê sînorê xwe derbas kiriye û yasayên cîhanê bin pê kirine.
Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî li Moskowê mîkrofon dirêjî welatiyan kir û nêrînên wan ên li ser vê bûyera germ wergirtin.
Bazirgan Sergey Simyagin diyar kir ku ev bûyer bandoreke neyînî li pey xwe dihêle û got:
"Dema ku lîderên mezin digirin yan jî sûîqestê li wan dikin, wekî ku li dijî Serokê Amerîkayê û çendek berê li dijî serokê me Putîn jî hatibû kirin, her tim bandoreke neyînî çêdike.
Em hemû hevxemê gelê Venezuelayê ne û piştgiriya wan dikin.
Ew serokekî hilbijartî yê yasayî ye û divê were berdan."
"Bûyereke tirsnak e"
Hiqûqnas Olga Fedorovayê jî bûyer wekî "tirsnak" bi nav kir û wiha axivî:
"Dibe ku bûyerên wiha ji bo hinek kesan bibin sedema kêfxweşiyê lê ji bo gelek kesan pir xerab e.
Ez bi xwe li dijî vê bûyerê me. Hêvî dikim ku bi başî bi dawî bibe."
Hemşîre Anna Kulaginayê bal kişand ser girîngiya aştiyê û got:
"Niha em bi xwe di nav şer de ne. Tevî vê jî em pir dilgiran in.
Reftareke pir xerab e. Hemû dewlet û hemû netewe divê di nav aştiyê de bijîn. Ya sereke ev e."
"Divê vegere welatê xwe"
Fînansîst Roman Mixaylov destnîşan kir ku tevgereke wiha li hemberî serokekî dewletê nayê qebûlkirin û anî ziman:
"Tevgereke wiha ne rast e. Ew siyasetmedar e, serokê dewletê ye.
Nabe li hemberî wî reftareke wiha bê kirin.
Divê Nicolas were berdan û vegere welatê xwe.
Ew serokê dewletê ye û bi awayekî yasayî hatiye hilbijartin."
Endezyar Ivan Moîseyev jî ji civaka navneteweyî xwest ku vê bûyerê şermezar bikin û got:
"Ez pir dilgiran im ku li cîhanê bûyerên wiha rû didin.
Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de ew were berdan û pirsgirêk bi serkeftî were çareserkirin.
Divê civaka giştî ya cîhanê vê bûyerê mehkûm bike û tedbîrên pêwîst bigire da ku di paşerojê de rê li ber bûyerên wiha were girtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse