Hewlêr (Rûdaw) - Seyfulîslam Qedafî hat kuştin û Serdozgeriya Libyayê ragihand ku li ser kuştina wî dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Seyfulîslam Qedafî kurê serokê berê yê Libyayê Muemer Qedafî bû.
Seyfulîslam Qedafî di rewşeke gumanbar de li mala xwe ya li bajarê Zintanê yê li rojavayê Libyayê hat kuştin.
Sê çavkaniyên nêzîkî Seyfulîslam Qedafî piştrast kir ku kurê serokê berê yê Libyayê hatiye kuştin.
Şêwirmendê berê yê Seyfulîslam, Mihemed Ebdulmutelîb di daxuyaniyekê de kuştina kurê Qedafî wekî "destê xiyanetê" bi nav kir û got:
"Ew mirovê ku ji Libyayê hez dikir û xeyala bipêşketina welatê xwe dikir, hat terorkirin."
Li gorî agahiyên ku ji bajarê Zintanê hatine belavkirin, ew ji aliyê 4 kesên nenas ve hatiye kuştin.
Şêwirmendê Seyfulîslam, Ebdulah Osman piştrast kir ku dozgeriyê ji bo dîtina êrişkaran dest bi rêkarên yasayî kiriye.
Hat zanîn ku êrişkar piştî bûyerê reviyane.
Seyfulîslam Qedafî sala 1972yan li Trablusê ji dayîk bûbû û wekî xelefê bavê xwe û rûyê modern ê desthilata bavê xwe dihat dîtin.
Piştî rûxîna desthilata Qedafî ya sala 2011ê, Seyfulîslam ji aliyê komên çekdar ên Zintanê ve hatibû girtin û bi salan di girtîgehê de mabû.
Her çi qasî ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve dihat xwestin jî sala 2017an li gorî yasaya efûya giştî hatibû berdan û li bajarê Zintanê bi cih bûbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse