Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîka Antoy Blinken ragihand ku serokê Amerîka bi niyaze girtîgeha Guantanamo ya bi binpêkirinên mafê mirovan navdare bigre.
Blinken di çavpêketineke televîzyonî de behsa girtina girtîgeha Guantanamo kir û diyar kir, rêveberiya Biden gihîştiye vê baweriyê ku divê binkeya Guantanamo bê girtin.
Blinken tekez kir, ku vê yekê pêwîstî bi karê pêşwext heye û got, di mehên bê de emê vê yekê ji xwe re bikin armanc.
Amerîkayê di sala 2002an de û piştî êrişên 11ê Îlona 2001ê bo ser herdu tawerên bazirganiya cîhanî li New Yorkê û avahiya Pentagonê, ew girtîgeh li tengava Guantanamo li ser xaka Kubayê di dema serokatiya George Bush yê kur de vekir.
Hikûmeta Amerîkayê kesên bi terorê dihatine tawan kirin di vê girtîgehê de bicî dikirin û bi taybetî kesên ji welatên Islamî wek Erebistana Seûdî,Avganistan û Yemen .
Yekemîn girtiyên vê girtîgehê 20 kes bûn, bi tawana beşdariya wan di operasyonên leşkerî de li gel Tevgera Taliban li Avganistanê hatine binçav kirin.
Di 21 çileyê sala 2009an de Serokê Amerîkayê yê berê Barak Obama jî biryarek îmze kiribû ku ew girtîgeha bi binpêkirinên mafê mirovan û işkenceyan navdare pêwiste bê girtin,lê Kongirêsa Amerîkî ew biryar red kir û girtîgeh ma vekirî.
Di dema 20 salên derbasbûyî de 731 girtiyên wê zindanê bo cihên din hatine veguhastin, 9 girtî jî li vê girtîgehê mirine û niha 40 kes li wê derê girtî ne, ku weke girtiyên pir metirsîdar hatine nasandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse