Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, eger serdana Moskowayê bike ew amade ye bi hevkarê xwe yê Ukraynayî Volodymyr Zelenskyy re bicive.
Putin ev daxuyanî li Pekîna paytexta Çînê di konferanseke rojnamegeriyê de da.
Putin amaje bi hevdîtina xwe ya meha borî ya li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Alaskayê kir û got, Trump jê xwestiye ku bi Zelenskyy re bicive.
Serokê Rûsyayê da zanîn ku wî daxwaza hevdîtinê erê kiriye.
Putin got, “Bi mercê ku hevdîtin baş were amadekirin û potansiyela wê ya encamên erênî hebe, min ti carî ev yek red nekiriye.
Donald ji min pirsî ka ez dikarim hevdîtineke wiha saz bikim an na. Min jî jê re got ku mimkin e.
Di encamê de eger Zelenskyy amade be û were Moskowayê, hevdîtin dê pêk were.”
Hevdîtina serokên Amerîka û Rûsyayê ya meha Tebaxê, piştî zêdetirî çar salan yekemîn hevdîtin bû.
Piştî civîna ku nêzîkî sê saetan ajot, her du serokan daxuyaniyên erênî dan û tekezî li ser berdewamkirina hewldanan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse