Washington - Li Washingtona paytexta Amerîkayê li zanîngeha navdar a Zanîngeha Amerîkî ev 26 sal in mazûvaniyê ji bernameyeke bursa ya bi navê "Barzani Peace Fellowship" re dike.
Ev bername ku ji bo piştgirîkirina xwendekarên masterê yên beşa pêwendiyên navnetewî hatiye damezrandin, bûye pireke zanistî di navbera cîhan û Kurdistanê de û roleke girîng di nasandina doza Kurdan a li navendên akademîk ên cîhanê dilîze.
Çîroka du serkirdeyan: Ji kursiyekê heta bursekê
Çîroka vê destpêşxeriyê di sala 1999an de bi damezrandina "Barzani Chair for Peace" (Kursiya Barzanî ji bo Aştiyê) ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve dest pê kir ku wê demê xwendina xwe li heman zanîngehê qedandibû.
Serokê Destpêşxeriya Cîhanî ya Kurdî ji bo Aştiyê li Zanîngeha Amerîkî, Dr. Yêrîvan Seîd, armanca destpêkê wiha tîne zimên: "Armanc ew bû ku salane profesorek were vir û li ser bipêşxistina doza Kurd û nasandina Kurdan li Zanîngeha Amerîkî û Washingtonê bixebite."
Di sala 2007an de, bername ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat berfirehkirin û veguherî bursê.
Ji Îlona 2023yan heta niha, zêdeyî nîv milyon dolar ji bo 9 xwendekaran hatiye dabînkirin û niha jî 7 xwendekar di çarçoveya vê bursê de xwendina xwe didomînin.
Xwendina li ser Kurdan
Dr. Seîd tekez dike ku derfet ne tenê ji bo Kurdan e û wiha got, "Ne girîng e ku xwendekar Kurd bin an na, tenê merc ew e ku ew girîngiyê bidin xwendina derbarê Kurd û dîroka Kurdan de."
Ji bo xwendekarên Kurd derfeteke taybet heye. Her xwendekarî Kurd ê ji her perçeyekî Kurdistanê ku karibe qebûla zanîngehê wergire, rasterast sûdê ji bursê werdigire ku ew jî ji sedî 50 heta 70yê lêçûna xwendinê ye.
Burs dikare pirekê di navbera Kurd û biyanî de ava bike
Ev bername ji bo xwendekarên biyanî jî bûye derfetek ku ji nêz ve doza Kurdan nas bikin. Xwendekarê Awistralyayî Anthony Vestibison got: "Dema min serî li Zanîngeha Amerîkî da, min derbarê 'Barzani Peace Fellowship' bihîstibû.
Ev burs ne tenê ji bo xwendina min bû alîkar lê di heman demê de ez gihandim kesên hemfikir ên ku piştgiriya têkoşîna Kurdan dikin."
Xwendekarê Kurd Şivan Goyanî jî hêvî dike ku bername berfirehtir bibe: "Ez dixwazim ku alîkariya darayî zêdetir bûya da ku me 20 xwendekar hebûna.
Eger bername berfirehtir bûbûya, me dê karîbûya pirtir pirek di navbera xwendekarên Kurd û biyanî de ava bikira."
Fikarên ji bo paşerojê û banga berfirehkirinê
Destpêşxeriya Cîhanî ya Kurdî ji bo Aştiyê, ji bilî bursê, salane gelek çalakiyên çandî û siyasî yên wekî bîranîna Helebceyê, pîrozkirina Newrozê û nîqaşên li ser mijarên girêdayî Kurdan jî organîze dike.
Dr. Yêrîvan Seîd fikarên xwe yên derbarê paşerojê tîne ziman:
"Pêdiviya me bi bipêşxistinê heye. Lê tiştê ku min bihîstiye, ew e ku dibe di salên pêş de ji aliyê darayî ve lawaz bibe, ev jî dê bandorê li çalakî û weşanên me bike."
Tevî van fikaran, hêviya giştî ew e ku girîngiyeke zêdetir ji vê bernameya stratejîk re were dayîn û berfirehtir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse