Hewlêr (Rûdaw) - Li Xarkîvê dema ku li ser erdê dengê mûşek û sirenan olan dide, di kûrahiya 7 metreyan de bi hezaran zarok bi pênûs û defterên xwe li dijî şer li ber xwe didin.
Şer nekarî deriyên dibistanan bigire, tenê cihê wan guherand; niha li Xarkîvê “dersa jiyanê” li sitargehên binardî tê dayîn.
Ji ber berdewamiya bombebaranan û metirsiya şer, beşeke mezin a jiyana niştecihên bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê çûye binê erdê.
Li wî bajarî dibistaneke seretayî di kûrahiya 7 metreyan de hatiye çêkirin ku hemû pêdiviyên xwendin û xweparastinê tê de hene.
Ev dibistana nû ku ji bo parastina canê xwendekaran hatiye çêkirin, ji 19 polan, jûra bijîşkî, sîstema hişyarkirinê û jûra merasîman pêk tê û rêkarên xweparastina ji şer tê de hatine bicihkirin.
Pêvajoya xwendinê tê de mîna dibistanên asayî ye lê cudahiya wê ew e ku tîrêjên rojê nakevinê.
Anastasiya yek ji xwendekaran e û heyranê sîstema hewaguhertinê û şêwaza çêkirina dibistanê ye.
Anastasiyayê got,“Mamoste gelekî dilovan in û bi başî dersan didin.
Ez dixwazim hêviya wê yekê ji hemû Ukrayniyan re bixwazim ku sala bê aştî pêk were û em hemû vegerin dibistaneke asayî ya li ser erdê û mîna berê di nav korîdoran de çûnûhatinê bikin.”
Li gorî amaran, tenê di vê dibistanê de hezar û 250 xwendekarên qonaxa seretayî û navendî dixwînin.
Di maweyê du salên borî de jî, 9 dibistanên binardî li Xarkîvê hatine çêkirin ku 12 hezar xwendekar jê sûdmend bûne.
Birêvebira dibistanê Svetlanayê amaje bi wê yekê dike ku ji ber gelek dibistanên li ser erdê wêran bûne, piştî bidawîhatina şer jî dê sûd ji van dibistanan were wergirtin.
"Em hêvî dikin şer bi dawî bibe"
Svetlanayê got,“Em hêvîdar in şer bi dawî bibe lê avedankirina dibistanên wêranbûyî demê dixwaze.
Ez piştrast im ku ev der dê tijî zarok bibe û hemû zarokên me yên koçberbûyî dê ji cîhanê vegerin Xarkîvê û bajarên din ên Ukraynayê.”
Ji bilî xwendinê, sitargeh ji bo zindîhiştina çand û hunerê bûne navend. Komên sema û baleyê perwerde û pêşandanên xwe birine binê erdê.
Birêvebira Dibistana Dansê ya li Xarkîvê Natalya Aleksandrovnayê got,“150 xwendekar di vê pêşandanê de beşdar in.
Tewra şer jî nikare hunera baleyê bide rawestandin. Em perwerdeyê didomînin û ev pêşandana 15emîn e ku em li ser vê dikê pêşkêş dikin.”
Niştecihên Xarkîvê dema ku dûrî dengê tank û dronan li binê erdê jiyana rojane bi rê ve dibin, amadehiyên pêşwaziya sala nû dikin û ji bo bidawîbûna şer saniyeyan dijmêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse