Rûsya: Me di hefteyekê de 8 cih kontrol kirin

10 demjimêr berê
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer Bipêşveçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di nava hefteyekê de li herêmên Xarkîv, Dnipropetrovsk, Zaporijya û Donetskê yên Ukraynayê 8 cih kontrol kirine.

Wezaretê derbarê çalakiyên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên li Ukraynayê yên di navbera 6 û 12ê Kanûna Pêşîn de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê di hefteya dawî de 8 cihên niştecihbûnê kontrol kirine û wiha hat gotin:

"Lîman, Kurîlovka, Kuçerovka, Ostapovskoya, Novodanîlovka, Rovnoye, Çervonoye û Seversk hatin kontrolkirin."

Ziyanên Ukraynayê

Di daxuyaniya wezaretê de her wiha hat gotin ku ji destpêka şer ve heta niha gelek ziyan gihîştine artêşa Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniyê, heta niha 669 balafir, 283 helîkopter, zêdetirî 102 hezar dronan, 639 sîstemên mûşekî yên parastina asmanî, 26 hezar û 506 tank û wesayîtên zirxpoş, hezar û 630 roketavêjên pirlûle, 31 hezar û 875 obus û topên hawanê û nêzîkî 49 hezar wesayîtên leşkerî yên taybet ên artêşa Ukraynayê hatine tunekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst