Dusseldorf – (Rûdaw) - Ronya Osman, nivîskara Kurd a Êzidî ya ku bi Almanî dinivîse, bi romana xwe ya bi navê "74" balê dikişîne ser Komkujiya Şingalê.
Bavê Ronyayê Kurdekî Êzidî yê ji Rojavayê Kurdistanê û dêya wê jî Alman e.
Ronya Osman a ku berhemên wê bi mijarên Kurd û Kurdistanê dagirtî ne, di pirtûka xwe ya nû de vedigere ser 74emîn Fermana Kurdên Êzidî.
Ew diyar dike ku pêşeroj û nasnameya malbata wê, ew teşwîq kiriye ku di vê mijara hestiyar de kûr bibe.
"Ji bo gihandina êşê hewldanek "
Nivîskar di vê romana belgefîlmî de hewl dide wê karesat û malwêraniya ku hatiye serê Kurdên Êzidî bigihîne girseyeke mezin.
Ew di berhema xwe de bi taybetî li ser mijarên wekî bawerî, resenî û tundiya zayendî radiweste.
Ronyayê da zanîn ku romana wê hewldanek e ji bo gihandina xem û azara Kurdên Êzidî û got, "Ji bo vegotina vê çîrokê pêdiviya min bi şêwazeke nivîsînê ya cuda hebû da ku ez karibim rastiya bûyeran û hestên kûr vêbêjim."
Nivîskariya li rojnameya navdar a Almanyayê
Ronya her wiha di rojnameya "Frankfurter Allgemeine Zeitung"ê de gotaran jî dinivîs e.
Ev rojname yek ji rojnameyên herî bi bandor ên Almanyayê ye û tiraja wê 170 hezar e.
Nivîskara ciwan diyar kir ku ew ji bo vegotina çîrokên xwe di navbera rojnamegerî, helbest û romanê de çûn û hatinê dike û ji bo îfadekirina xeyalên xwe serî li rêyên cuda dide.
"Esman nerûxiya lê bi dawî bû "
Ronyayê amaje bi naveroka romana xwe jî kir û got, "Ez her tim wisa difikirîm ku dema esman bi ser erdê de birûxe, êdî ew dê bibe dawî.
3yê Tebaxa 2014an esman bi ser erdê de nerûxiya lê tevî wê jî bi dawî bû."
Ronya sala 1993yan li başûrê Almanyayê ji dayik bûye, beşa edebiyatê xwendiye û derbarê Kurd û Kurdên Êzidî de ji bo civaka Almanî dinivîse.
Romana "Havîn" û bîranînên malbatê
Di romaneke xwe ya din a bi navê "Havîn" de, lehenga sereke keçeke Êzidî ya bi navê Leyla ye.
Bûyerên vê romanê li gundê bavê wê yê li Rojavayê Kurdistanê derbas dibin.
Ronyayê li ser pirsa "Gelo Leyla tu yî?" bersiveke wiha dide,"Na, ne ez im û ne jî dotmama min e lê dibe ku di çîroka her karakterekê de parçeyek ji min hebe."
Nivîskar diyar dike ku ew di zarokatiya xwe de bi çîrokên zilm û şkenceya rejîma Esed a li ser malbata xwe mezin bûye.
Bavê wê piştî wan zextan bi rêya Tirkiyeyê reviyaye Almanyayê. Ew dibêje ku ev mijar her tim bi wê re jiyane û bûne mijara pirtûkên wê.
Ronya bi zimanekî zelal û rasterast, çanda Kurdî di nava zimanê Almanî de dihûne û çîroka neheqiya li hemberî Kurdên Êzidî ji xwendevanên Alman re vedibêje.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse