Dusseldorf – (Rûdaw) – Îro li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurdinên Kurdistanî yên li Diyasporayê tê lidarxistin.
Zêdetirî 100 jinên Kurd ên ji seranserê Ewropa û welatên din beşdarî konferansê dibin.
Seroka Federasyona Jinên Kurdistanî yên li Diyasporayê Şîrîn Zekî bû mêvana bultena "Diyaspora"yê ya Rûdawê.
Şîrînê diyar kir ku armanca wan ew e ku piraniya jinên her çar parçeyên Kurdistanê yên li diyasporayê bînin cem hev da ku hevdû nas bikin û bi hev re kar bikin.
"Em dixwazin ji bo hemûyan bibin sîwanek"
Seroka Federasyona Jinên Kurdistanî yên li Diyasporayê destnîşan kir ku li diyasporayê valahiyek heye û ew dixwazin bi karkirina ji bo jinên Kurd vê valahiyê tije bikin û “ji bo hemû jinan bibin sîwanek.”
Şîrînê teqez kir ku Federasyona Jinên Kurd dê dûrî rêxistinbûna hizbî be û got, "Rêxistinên jinan ên taybet bi partiyan hene lê em dê serbixwe bin."
"Piştî Şoreşa Jînayê xwebirêxistinkirin pêwîst e"
Endama konferansê Pirşing Mihemediyê jî ragihand ku rewşa cîhanê ji jinên Kurd dixwaze ku li dora hev kom bibin û Federasyona Jinên Diyasporayê dikare vê rolê bilîze.
Pirşinga ku ji 15 saliya xwe ve Pêşmerge bûye û beşdarî tevgera rizgarîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê bûye, diyar kir ku piştî "Şoreşa Jînayê" doza Kurdan û pirsa jinên Kurd pîvaneke cîhanî wergirtiye.
Li gorî gotina Pirşingê xwebirêxistinkirina jinên Kurd pêwîstiyeke jêneger e.
Konferans dê rojekê berdewam bike. Di çarçoveya bernameyê de dê çend jinên çalak bên xelatkirin.
Her wiha 80 endamên ku beşdar bûne, dê ji bo organên birêvebiriya federasyonê hilbijartinê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse