Trump dem da Hemasê: Şansê we yê dawî ye

03-10-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Hemas Xeze Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku Hemas pêşniyara agirbest û bihevguhertina dîlan qebûl bike, wekî dema dawî êvara yekşemê diyar kir.

Trump got ku ev dem ji bo Hemasê "şansê dawî" ye.

Trump di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku divê Hemas heta roja yekşemê saet 18:00an (ET) / 22:00an (GMT) peymanê qebûl bike, eger na "dê li dijî Hemasê operasyoneke nedîtî were destpêkirin."

Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Social Truthê got:

"Zêdetirî 25 hezar endamên Hemasê hatin kuştin.

Piraniya yên mayî dorpêçkirî ne û ji bo dawî li jiyana wan bê anîn tenê li benda fermanê ne."

Serokê Amerîkayê her wiha got, "Ez ji hemû Filistîniyên bêguneh dixwazim ku vê qada ku potansiyela wê heye bibe herêmeke mezin a mirinê terk bikin û biçin deverên ewletir ên Xezeyê."

Lê Trump diyar nekir ku ew herêma behsa wê dike kîjan e.

NY: Zêdetirî 417 hezar kesan koçber bûne

Li aliyê din, Neteweyên Yekbûyî (NY) pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji nîvê tebaxê ve zêdetirî 417 hezar kes ji bakurê Xezeyê koçber bûne.

Berpirsê Alîkariyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Tom Fletcher diyar kiribû ku li Xezeyê şer didome û got ku alîkariya mirovî ya bêasteng pêwîst e.

Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku li Xezeya ku 18 sal in di bin dorpêça Îsraîlê de ye, birçîtî û nexweşî belav dibin û herêm nema jê re tê jiyîn.

Di êrişên Îsraîlê yên ji Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve, piranî jin û zarok, zêdetirî 66 hezar Filistînî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst