Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji bo Hemas bersiv bide plana aştiyê ya ku wî ji bo agirbesta li Xezeyê pêşkêş kiriye, 3-4 rojên wê hene.
Trump dema ji Koşka Spî derket ji rojnamegeran re derbarê plana aştiyê ya ji bo agirbesta li Xezeyê daxuyanî da.
Trump diyar kir ku ew li benda bersiva Hemasê ya derbarê plana aştiyê ne û got, "Em dê di nav 3-4 rojan de bibînin ka dê çi bibe.
Hemas an dê bike (qebûl bike) yan jî dê neke, eger neke dê dawiyeke gelekî xemgîn be."
Trump anî zimên ku ew dixwazin dîlên li Xezeyê demildest bên berdan û got ku di muzakereyên bi Hemasê re "zêde cih nemaye."
Li aliyê din, Trump diyar kir ku Venezuela bûye "gelekî xeternak" û anî zimên ku ew dê biryarê bidin ka dê li ser vî welatî çi bikin.
Trump bi bîr anî ku wan li keştiyên ku ji Venezuelayê derketine û bi madeyên hişbir barkirî bûne xistiye û got ku piştî vê yekê "bi rêya avê madeyên hişbir dernakevin" Amerîkayê.
Koşka Spî, pêşniyara Serokê Amerîkayê Trump a bi navê "Plana Berfireh a Bidawîkirina Pevçûna Xezeyê" ya ku ji 20 xalan pêk tê, eşkere kiribû.
Trump di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re ku li Koşka Spî pêşwazî kiribû de, gotibû ku eger plan ji aliyê her du aliyan ve bê qebûlkirin dê "şer" demildest bi dawî bibe, Îsraîl dê gav bi gav ji Xezeyê vekişe, li Xezeyê dê pêvajoyeke nû ya bêyî rola Hemasê dest pê bike û hemû dîl dê bên berdan.
Netanyahu jî diyar kiribû ku plan "armancên şer pêk tîne" û piştgiriya xwe anîbû ziman.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse