Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Îsraîliyan şertên min qebûl kirin, dem hatiye ku Hemas jî qebûl bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe Truth Socialê ragihand wî "hişyariya dawî" daye Hemasê ku şertên wî yên ji bo agirbestê pêşkêş kiriye bê qebûlkirin.
Donald Trump wiha got, "Her kes dixwaze ku dîl vegerin malên xwe. Her kes dixwaze ku ev şer biqede!
Îsraîliyan şertên min qebûl kirin, dem hatiye ku Hemas jî qebûl bike."
"Ev hişyariya min a dawî ye”
Trump destnîşan kir ku wî derbarê encamên nepejirandina pêşniyara agirbestê hişyarî daye Hemasê û wiha got:
"Ev hişyariya min a dawî ye û dê careke din çênebe!"
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu van rojên dawî ragihandibû ku ew dê tevahiya Xezeyê kontrol bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse